Êrîşên li ser Rojava li Aachenê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Aachenê bi mîtîngekê hat protesto kirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Aachenê bi mîtîngekê hat protesto kirin.
Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Aachen ê Elmanyayê hatin protesto kirin.
Kurdistanî û enternasyonalîstên ku li Elîsenbrunnenê li hev civiyan pankarta bi zimanê Îngilîzî “Fascîst Turkîsh State Get Out of Rojava” (Dewleta Tirk a faşîst ji Rojava derkeve) û pankarta bi zimanê Elmanî “Kurden starkste Kraft gegen IS, jetzt von Türkei Bombardîert” (Kurd ku hêza herî mezin a li dijî DAÎŞ’ê ye, niha ji aliyê dewleta Tirk ve tên bombebarankirin) hilgirtin.
Çalakiya ku bi dehan kes beşdar bûn, bi sirûda neteweyî Ey Reqîp bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê Însiyatîfa Defend Kurdistan daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin, Siyasetmedar Tûgba Hezer axivî û li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Aachenê axaftin hat kirin.
Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.