Êrîşên dewleta Tirk li bajarên Ewropayê hatin protestokirin - HATE NÛKIRIN
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê li bajarên Ewropayê bi çalakiyan hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê li bajarên Ewropayê bi çalakiyan hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bern ê Swîsreyê û li bajarên Gîessen û Saarbrucken ên Elmanyayê hatin protestokirin.
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê li ser banga Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Bahnhofpaltzê çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir.
Di çalakiyê de li ser navê PYD’ê ya Swîsreyê Abbas Omer axaftinek kir û got: “Em van êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên di salveger Komploya 9’ê Cotmehê de şermezar dikin. Gelê Kurd li ber tu êrîşan serî netewand û wê netewîne. Bi vê baweriyê Şoreşa Rojava ava kirin û xwedî li şoreşê derdikevin. Ev serketin ya gelê Kurd e. Wê bi ti êrîşan nikaribin vê yekê biqedînin. Rojava destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ye. Sedemê êrîşên hovane yên dewleta Tirk ev e. Lê divê baş bizanibin ku ew ê ti carî bi ser nekevin.”
Piştre Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk mafê axaftinê girt û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev êrîşên dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurd û Kurdistanê bi taybet jî Rêber Apo ye. Ev gel çawa ku komploya navneteweyî pûç kir, wê wan êrîşan jî têk bibe. Ez hemû hevreyên şehîd bi bîr tînim û êrîşên dewleta Tirk şermzar dikim.”
Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protesto kirin û peyamên piştgirî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dayîn.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Kurdistan” bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk bi mîtîngekê hat protestokirin. Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bi daxuyanî û xwendinda danezanan hat teşhîr kirin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Rojava ji roja ku DAÎŞ ji aliyê QSD’ê ve ji herêmê hat paqijkirin, di hedefa Erdogan a faşîst de ye. Bi dehan balafirên şer û SÎHA’yan bêyî ku bêjin jin, extiyar, zarok qetlîam kirin. Bila her kes bizane; çawa DAÎŞ hat têkbirin wê ev hêzên barbar jî têk biçin û Rojava wê bi ser bikeve.”
Piştî axaftinan mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
LÛZERN
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) 25’emîn sakvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lûzernê hat şermezarkirin.
Çalakî bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û deqîqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Berdevkê Perwerdeya Luzernê Alladdîn Zugurlu got ku demeke dirêj e tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha axivî: “Li hemû welatên cihanê bi taybetî jî li Tirkiyeyê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî kampanya hatiye destpêkirin. Lidarxistina her cure çalakiyan li Rêberê me xwedî derkevin."
Piştî axaftina Zugurlu sînevîzyona li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî hate nîşandan.
Piştre siyasetmedar Musa Farîsogullari axivî. Farîsogullari ev tişt got: "9'ê Cotmehê ji bo me rojek reş û dijwar e. Îro jî xwedî wateyek cuda ye. Îro şehîdên me hene ku ji bo me û Kurdistanê canê xwe feda kirine. Aştî û azadî girêdayî Rêber Apo ye. Berxwedana Îmraliyê heye. 25 sal in berdewam dike. Ji ber ku li ser Rêberê me tecrîdeke pir giran heye û divê em xwe ji vê yekê berpirsyar bibînin. Hemû welat tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me bêdeng in. Em wek gelê Kurd li ku derê bin em ji bo Rêberê xwe li qadan in. Divê em dengê xwe bidin bihîstin. Çawa ku hevalên me ji bo pêşerojeke xweş û jiyaneke xweş li çiyayan li ber xwe didin. Heta ku Rêberê me azad nebe, em nikarin azad bibin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Rêyeke me ya din nemaye. Gelê Kurd ku 25 sal in li dijî xiyanetê têdikoşe, tu carî dest ji berxwedana xwe bernade."
Temaşevanan piştre li meydana Helvetîaplatzê li şanoya endemên TCŞ’ê bi navê "Korbûna cîhanê" li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê hatiye amadekirin, temaşe kirin.