Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê di roja duyemîn de ye

Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd li dijî komploya 9'ê Cotmehê meş tê kirin. Meş di roja duyemîn de ye.

Di salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an de Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li Atînayê dest bi meşekê kirin.

Meşa ku 9'ê Cotmehê destpê kir, di roja duyemîn de ye. Ciwan ji Pallînî ber bi Konsolosxaneya Tirk a li Atînayê dimeşin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Left left Lefterya", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.