Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî, di çarçoveya Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd, li 25 bajarên cuda yên Îtalyayê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di pêşengiya parlamenter, senator, hunermend, nivîskar, sendîkavan, rojnameger, rêveberên herêmî û nûnerên saziyên sivîl de daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn.
Çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd" a li Romayê li qada Largo Corrado Ricci (Forî Imperiale) hat lidarxistin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Parêzer Mîchela Arricale, Endamê Navenda Lêkolîn û Pêşketinê ya Demokrasiyê, Giovanni Russo Spena, senatorê berê yê Îtalyayê û Berdevkê Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan Arturo Salernî ku parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû ve hat birêvebirin. Ocalan dema li Îtalyayê bû, Şaredarê 8’emîn ê Romayê Ciaccheri, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Partîzan a Îtalyayê (ANPI) Fabrizio De Sanctis, Senatorê Komarî yê Îtalyayê Tîno Magnî, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Wezareta Karên Derve re pirsname pêşkêş kirin. Serokê ARCI Romayê Vito Scalisi, Sekreterê Giştî yê sendîkaya CUB Antonio Amoroso, Endamê Konfederasyona Sendîkayên COBAS Osvaldo Guiliano û endamê tora NOBavaglio Rojnamevan Nicola Lombardozzi axivîn.
PARÊZER ARRICALE: DEMA AZADIYA ABDULLAH OCALAN E
Endama Navenda Lêkolîn û Pêşvebirinê ya Demokrasiyê Parêzer Mîchela Arricale ku moderatoriya daxuyaniya çapemeniyê kir, wiha got: “Em îro ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi hevdemî li bajarên cuda yên Îtalyayê li vir in. Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e ku ji sala 1999’an û vir ve nêzî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Girtina wî ya nêzî 25 salan bi temamî neqanûnî ye. Ev rewş ne ku li tu derê cihanê heye û me jî li gorî tu qanûnê ye. Em vê rewşê bi tundî şermezar dikin. Em bi îradeya xwe ragirin da ku em hevgirtina xwe li têkoşîna gelê Kurd a ku têkoşîna me hemûyan e zêde bikin. Bê azadî û edalet, bê çareseriyeke siyasî li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde ya gelê Kurd pêk nayê.”
SPENA: DIVÊ EM PEYAMA KU ABDULLAH OCALAN A JI BO ME ŞANDIYE JI BÎR NEKIN
Di daxuyaniyê de Giovanni Russo Spena jî axivî û ev tişt anî ziman: “Rêwîtiya Abdullah Ocalan bi taybetî rêwîtiya aştî û azadiyê ya ku bi hatina xwe ya Îtalyayê re destpê kir, gelekî girîng û bi nirx bû. Helbet divê em peyama ku Rêber Ocalan ji me re daye ji bîr nekin. Bi taybetî têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAIŞ’ê ji bo hemû cihanê, ji bo aştî û azadiya cihanê ji bo me gelekî girîng e. Ji bo vê jî azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd girîng e.”
PARÊZER SALERNÎ: DIVÊ HIKÛMET Û KE PEYWIRA XWE BI CIH BÎNIN
Arturo ku dema ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû parêzerê wî bû, bal kişand ser mafên ku Abdullah Ocalan dema ku hatin Îtalyayê kir. Parêzer Salernî bal kişand ser xemsariya saziyên navneteweyî û wiha got: “Em dixwazin ev xemsarî, ev bêderengî bên derbaskirin. Di vê wateyê de ku ji her du meclîsên Parlamentoya Îtalya û hikûmeta Îtalyayê daxwaz dikin ku mafên bingehîn ên Abdullah Ocalan nas bikin. Ocalan li ser asta Ewropa û navneteweyî; ji ber ku di doza Abdullah Ocalan de hat gotin ku hemû pîvanên navneteweyî û Ewropayê yên der barê binçavkirinê de hatine binpêkirin, 24 sal in di şert û mercên tecrîdê de ye. Evpêkanîneke dijmirovî û heqaretê ye û li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Lê ya herî girîng jî ev e ku em li kesayeta Abdullah Ocalan weke nûnerê gelên ku ne tenê li Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê ne, Ji ber ku li ser sînorên Ewropayê rewşek wisa nakokî û dijwar e. Ew beşdarî gelek rewşên nakokî yên li ser sînorên Ewropî dibe, di gelek kelemên vekirî de, bi nermî, di nav kavilên hovîtiyê de. Siyasetek pêşeroj nikare vê yekê bipejirîne. Ji ber vê yekê em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin.”
Parêzer Salernî xîtabî partî û hikûmeta Îtalyayê kir û wiha axivî: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropayê divê gavên pêwîst bên avêtin. Niha dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye. Tecrîda ku ev nêzî 25 sal in di girtîgehê de tê girtin û bi taybetî di van 3 salên dawî de tê girankirin, teqez ne hiqûqî ye. Divê hemû alî di vê mijarê de însiyatîfê bigirin. Abdullah Ocalan navekî pir girîng e. Abdullah Ocalan jiyanek nû û welatek nû pêşkêş dike. Li dijî modernîteya kapîtalîst jiyana demokratîk pêşkêş dike.”
CIACCHERI: BERPIRSYARIYA ÎTALYAYÊ HEYE
Şaredarê 8’emîn ê Romayê Ciaccheri di axaftina xwe de wiha got: “Di salên dawî de rêveberên herêmî yên li seranserê Îtalyayê tu carî eleqeya xwe ji doza Abdullah Ocalan re kêm nekirin. Di rastiyê de, gelek rêveberiyan dixwestin hemwelatiya rûmetê bidin Abdullah Ocalan. Faktoreke din a ku divê li ber çavan bê girtin ev e ku ev doz ne dozek e ku ji mijarên siyaseta derve derbas dibe, lê dikeve nav dîroka me. Divê em hemû tevliheviya rola Îtalyayê ya di çarçoveya Tirkiye, Kurd û Rojhilata Navîn de dilîze û berpirsiyariya neteweyî hîs bike, bizanibin."
GUILIANO: FÎKÊN WÎ DERYA DERBAS KIRIN
Piştre Endamê Konfederasyona Sendîkayên COBAS Osvaldo Gûîlîano axivî û wiha got: “Bi milyonan Kurd û tevgera siyasî ya Kurd Abdullah Ocalan weke rêberê xwe yê siyasî dibînin. Li ser vê yekê îro ji gelek bajarên Ewropa û gelek deverên cîhanê ji bo azadiya Ocalan kampanya hatiye destpêkirin. Kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji aliyê zêdeyî 40 saziyan ve hat destpêkirin. Ev sazî ji partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên sivîl û tevgerên din pêk tên. Yek ji van saziyan COBAS ji Fransa, Elmanya, Îtalya, Îspanya û welatên cuda yên Ewropayê bi mîlyonan xebatkar tê şopandin. Ev jî nîşan dide ku Abdullah Ocalan ne bi tenê ye. Her çend ew di nav dîwaran de hatibe girtin jî, ramanên wî ji deryayan derbas bûn, derbasî Ewropayê bûn.”
AMOROSO: ÎMRALI DERVEYÎ MISOGERIYA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE
Antonîo Amoroso jî gotina dawî wiha got: “Wek kesên beriya min axivîn jî got, rewşa Îmraliyê li derveyî misogeriya hiqûqa navneteweyî ye. Lê berî her tiştî, ya ku ez niha dibêjim ev e ku ev bûyera ku di dilê Ewropayê de li welatekî ku dikare di çareserkirina kêşe û nakokiyên kurd de rol bilîze, bi awayekî dramatîk bêdengiyê bişkîne an jî alîkariya şikandina bêdengiyê bike. Lê li ser girtiyê ku ji bo azadiya gel têdikoşe û ji bo azadiya gel têdikoşe tiştek nayê gotin. Li Ewropayê her kesê ku li dijî ramanek diyar tevdigere wekî terorîst tê pênasekirin. Ew girtî ye û tê tecrîdkirin.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.