'Azadiya Abdullah Ocalan tekane mifteya aştiya Rojhilata Navîn e’

Platforma Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya ji Pirsgirêka Kurd re li London, Cadîff û Dublînê civînên çapemeniyê lidarxist. Di civînan de diyarkirin Abdullah Ocalan mifteya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, kesayetên girîng, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan, jin û kedkar li 74 navendên cîhanê hatin cem hev û ji bo aştiya Rojhilata Navîn azadiya Ocalan xwestin.

Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û Çareseriya Pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de, li London û Liverpool ên Îngilîstanê, Dublin a Îrlandayê û li paytexta Wales Cardîffê civînên çapemeniyê hatin lidarxistin.

Daxuyaniya li Londonê li avahiya Garden Court Chambers pêk hat. Moderatoriya civînê Parêzvanê Mafên Mirovan Atty kir. Melanie Gingell daxuyaniya Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî Çareseriya Pirsgirêka Kurd amade kir, xwend.

Piştî Gingel, Hevberdevka Kampanyaya Ji Abdullah Ocalan re Azadî Barones Blower axaftinek kir. Blower wekî sendîkavan û enternasyonalîstekî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.  

Blower diyar kir ku ew weke sendîkavan û enternasyonalîst pê şanaz in ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û wiha got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd li benda bersivê ye. Aliyê aştiyane yê vê bersivê Abdullah Ocalan bi xwe ye. Çareserî di fikir û felsefeya Abdullah Ocalan de ye. Yên çareseriya aştiyane naxwazin, Abdullah Ocalan dîl girtine. Divê hemû sazî û kesayetên cîhanê yên alîgirê ked û azadiyê ne, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di asta herî jor de bi hemû hêza xwe bînin ziman. Em sendîkayên li Îngilîstanê, azadiya Abdullah Ocalan biparêzin ku ji bo aştiyê xwedî roleke girîng e.”

Ji Zanîngeha Cambridge Dr Jeff Miley mafê axaftinê girt û wiha got: “Bi taybetî ku ev civîn ji bo azadiya Abdullah Ocalan e, ji bo min girîngtir dibe. Abdullah Ocalan mifteya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Mîmarê Şoreşa Rojava û îdokekî ku paradîgmaya neteweya demokratîk a gelan radixe ber çavan e. Ev nav û navnîşana çareseriya demokrasiya radîkal, têkoşîna azadiya jinê û jiyana ekolojîk e." Miley da zanîn ku heke îro pêvajoya ku gelê Îsraîl û Fîlîstîn tê re derbas dibin di ber çavan de derbas bikin û wiha got: "Eşkere bû ku çareseriya netewa demokratîk a Abdullah Ocalan a ji bo pirsgirêka Kurd wê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê roleke bingehîn bilîze. "

Nivîskar û wêjevana jin a navdar Meg Rosoff ku ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdarî civînê bibe jî peyamek şand û got: “Banga min a yekem; li dinyayê ne Kurdek, ne Tirkek, ne zarokek Îngiliz bimire. Banga min a duyemîn; Divê tu kes ji ber fikrên xwe yên siyasî dîl neyê girtin. Divê Abdullah Ocalan wek kesayetek siyasî di girtîgehê de nemîne. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê bi lezgînî çareserî bê pêşxistin.”

JI XEYNÎ WÎ TU RÊBER NEGOTIYE “HETA  JIN AZAD NEBE CIVAK JÎ AZAD NABE’

Parêzvana mafên mirovan ê cîhanê yê navdar Prz. Margaret Oven jî ev tişt anî ziman: “Tu serokekî negot ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’.  Tenê serokekî ev got. Ev Rêber Abdullah Ocalan e. Pîvana bingehîn a civakan a bi hev re bijîn, jina azad e. “Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya azadiya jinê perspektîfa azadî, wekhevî û aştiyê pêşkêşî gelan kir.”

Oven bal kişand ser bûyerên di van rojên dawî de li Gazeyê qewimîn û wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan beriya niha pêşbînî kiribû û gotibû, eger çareseriya demokratîk neyê pêşxistin wê gel dest bi qirkirina hev bikin û gav bi gav ji çanda jiyana bi hev re dûr bikevin. Li hemberî vê yekê felsefeya azadiya jinê ji bo civak bi hev re bi aştiyane û demokratîk bijîn derxist pêş. Ev yek li hemû cîhanê deng veda. Niha divê em li dora vê felsefeyê bibin yek û azadiya mîmarê vê felsefeyê Abdullah Ocalan misoger bikin. Azadiya Abdullah Ocalan tekane kilîda aştiya Rojhilata Navîn e.”

Herî dawî civaknas û enternasyonalîstê Îranî Hasan Amedî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn, ji bo hemû gelên cîhanê bûye ‘rêberê hêviyê’.

LİVERPOOL

Li Liverpoolê ku bi rojan e Kongreya Partiya Karkeran lê didome, civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Li gel daxuyaniya çapemeniyê, di axaftinên kongreyê de bal kişandin ser tecrîdê û perspektîfa azadî û aştiyê.

Parlementerê Partiya Karkeran (Labour Party) Lloyd Russel-Moyle, diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re bike.

Parlementerê Sînn Feînê John Fînucane di civînê de axivî û got ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan demildest were berdan.

Hevserokê Sendîkaya Unîte The Unîonê Sîmon Dubbîns êrîşên bi ser Rojava şermezar kir û diyar kir ku divê demildest azadiya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.

GALLER: BÛ SEROKÊ HÊVIYÊ

Li paytexta Galler Cardiffê li ber avahiya Parlementoyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Parlementerê Galler Newportê Delyth Jewell di civînê de mafê axaftinê girt û bang li dewleta Tirk kir ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest gavan bavêje. Jewell bi bîr xist ku wan di sala 2019’an de di greva birçîbûnê ya Îmam Şîş a li Gallerê de bi awayekî fermî bang li dewleta Tirk kirine ku dawî li tecrîdê bînin û Komîteya Ewlehiyê şermezar kir ku destûr nedaye civîn li avahiya parlementoyê bê kirin.

Parêzvanê Mafên Mirovan Adam Johannes jî diyar kir ku dewleta Tirk ku her roj sûcên şer li dijî Rojava pêk tîne, her roj bi dehan sivîlan qetil dike, ji bo aramiya herêmê bûye xeteriyeke mezin.

Endamê Komîteya Rêveber a Sendîkaya Agirkujan Cerith Griffiths daxuyaniya hevpar a ji bo pêngavê ku li çar aliyê cîhanê hate xwendin, xwend. Piştre Endama Tevgera Femînîst a Gallerê Ann Marîe Zogîna axivî. Zogîna destnîşan paradîgmaya neteweya Demokratîk û Jinelojiyê ya Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê û jinan bûye hêvî û diyar kir ku heta azadiya Ocalan ew ê li Kurdan têbikoşin.

ÎRLANDA: JI BO AŞTIYÊ ŞERTÊ YEKEMÎN AZADIYA ABDULLAH OCALAN E

Li bajarê Cork ê Îrlandayê jî di çarçoveya kampanyayê de civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn li Pirtûkxaneya Cork City Sullîvan pêk hat, Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Sînn Feînê Mîck Nugent, ji Zanîngeha Cork Dr. Jason Dockstader, Erkdarê Perwerdeyê Adam Loughnane û  Akademîsyen Michal Biedowicz beşdarî civînê bûn.

Ji Sînn Feînê Mick Nugent ku moderatoriya civînê kir diyar kir ku ew piştgiriyê didin Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û kampanyaya azadiya Abdullah Ocalan. Nugent diyar kir ku wê alozî tenê bi muzakere û hevdîtinên aştiyê çareser bibin û got ku ji ber ku Abdullah Ocalan Rêberê Tevgera Azadiya Kurd e, azadiya wî ji bo hevdîtinên aştiyê şert e.

Felsefevan Dr. Jason Dockstader jî destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.