Li Torontoyê Komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li bajarê Toronto yê Kanadayê hatin protestokirin.
Komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li bajarê Toronto yê Kanadayê hatin protestokirin.
Bi sedan kes li ber Parlamenta Ontarîoyê hatin ba hev û Komploya 9’ê Cotmehê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
Li ber parlamentê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Piştî daxuyaniyê çalakgeran dest bi meşê kirin.
Nêzî 400 kes beşdarî çalakiyê bûn. Pankart û dowîzên qala sûcên şer ên dewleta Tirk dikin û daxwaza qedexekirina qada hewayî dikin, hatin hildan.
Çalakvan ji ber parlamentê heta Balyozxaneya Emerîkayê meşiyan û derbasî cihê herî qelebalix ê bajêr bûn.
Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, êrîşên dagirkeriyê hate şermezarikrin û hate destnîşan kirin ku wê têkoşîn bidome.