Kurdên li Moskowê komplo şermezar kir

Kurdên li Moskow a paytexta Rûsyayê, ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê li hev civiyan.

Ji ber salvegera komploya 9’ê Cotmeha sala 1988’an li Malba Kurda ku li Moskowê ye, civînek hat çêkirin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku komploya navneteweyî 25 sal in berdewam e û zêdeyê salekê ye tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Di civînê de her wiha hat diyarkirin ku azadiya Kurdan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bi saya têkoşîna bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna Kurdan li Kurdistanê û dinyayê hatiye qebûlkirin.

Îşaret pê hat kirin ku tevî hemû hewilên dijminên Kurdan, Kurd neqediyane û hat gotin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe têkoşîn berdewam be.