Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê bi dawî bû

Meşa dirêj a bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd li dijî Komploya 9’ê Cotmehê hat lidarxistin, bi daxuyaniyekê li ber Konsolosxaneya Tirk bi dawî bû.

Meşa 2 rojan ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an de li Atînayê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Ciwanên ku di roja dawî de ji Pallînî ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Lef left lefterya”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û meşa xwe bi daxuyaniyekê li ber konsolosxaneyê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê Însiyatîfa RiseUp4Rojava-Yewnanistan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atînayê hat dayîn.