KON-MED’ê bang li Elmanyayê kir ku dawî li têkîliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bîne

KON-MED’ê diyar kir ku dewleta Tirk di nava 72 saetan 24 avahiyên binesaziyê, 87 avahî, 6 zevî, 3 fabrîka, dibistanek û nexweşxaneyek bombebaran kiriye û bang li hikûmeta Elman kir ku dawî li têkîliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bîne.

Konfederasyona Civakên Kurdistan a Elmanyayê (KON-MED) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku dewleta Tirk sûcên şer dike û rê li ber drama mirovî vedike.

KON-MED’ê got: “Di êrîşan de di nava 72 saetan de 24 avahiyên binesaziyê, 87 avahî, 24 tesîsên leşkerî, 6 zevî, 3 fabrîka, dibistanek û nexweşxwaneyek jî di nav de, 172 cih hatin bombebarankirin.”

KON-MED’ê destnîşan kir ku beşekî mezin ê binesaziya jiyanî ya herêmê, di nava çend saetan de zirar dîtiye yan jî hatiye tunekirin û got ku ev demek dirêj e Tirkiye têkildarî sûcên şer ên li Kurdistanê bêyî ceza dimîne.

KON-MED’ê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta federal a Elman da û bang li hikûmeta Elman kir ku dawî li têkîliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bîne.