Encamnameya Konferansa Qibrisê hat eşkerekirin
Encamnameya Konferansa Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst a li Qibrisê hat li darxistin, hat eşkerekirin.
Encamnameya Konferansa Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst a li Qibrisê hat li darxistin, hat eşkerekirin.
Encamnameya Konferansa Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst a li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê hat li darxistin, bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.
Encamname bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi Kurdî û Yewnanî hate xwendin. Çapemeniya Qibrisê eleqeyeke mezin nîşanî civîna çapemeniyê da, Di civîna çapemeniyê de encamnameya Kurdî ji aliyê Siyasetmedarê Kurd Baran Hebûn ve, bi zimanê Yewnanî ji aliyê Rojnameger Alekos Mihalidis ve hatin xwendin.
Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Me konferansa xwe ya li ser Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst a di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi dirûşmeya ji Qibrisê heta Kurdistanê zehmetî û perspektîfên di avakirina civaka demokratîk de li dar xist."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku konferans bal kişand ser girîngiya piştgirî û têkoşîna hevpar a Kurd û Qibrisê û wiha berdewam kir: “Di têkoşîna hevpar a li dijî faşîzma Tirk û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk de û bang li her kesî dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesteke hevpar nîşan bidin. Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst a di van rojên dawî de li dijî Rojava pêk tên. Banga bilindkirina têkoşînê li her kesî dikin.”
Di daxuyaniyê de banga parastin û naskirina Şoreşa Rojava hate kirin wiha pêde çû: "Konferansa me li ser îdeolojiya azadiya jinê nîqaşên cidî hatin kirin û hate destnîşankirin ku mîmarê felsefeya Jin Jiyan Azadî bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê di vî warî de helwest bê girtin."
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ KOMPLO Û TECRÎDÊ
Di daxuyaniyê de jî ev tişt hatin destnîşankirin:
"Konferansa me di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komploya navneteweyî ya 24 sal berê li dijî gelan bi tundî şermezar dike û diyar dike ku ew ê bi xurtî beşdarî kampanya 'Ji Ocalan re Azadî, Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd' a ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin bibin. Ev demek dirêhe debarê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayên girtin. Grta agahiyên zelal bên girtin têkoşînê mezin bikin.
‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA QEDEXEYAN BÊ DERXISTIN’
Konferansa me polîtîkayên krîmînalîzekirina li dijî tevgera azadiya Kurd û siyasetmedarên li Ewropayê bi tundî rexne kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku di zûtirîn dem de PKK ji lîsteya qedexeyan derxin.
Di dawiyê de bal kişand ser bêhiqûqî û neheqiya li dijî Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li Qibrisê hat girtin. Ayaz li ser daxwaza dewleta faşîst a Tirk ji aliyê Qibrisê ve hatibû girtin û radestî Elmanyayê hatibû kirin. Dê mehek şûnde doza wî ya li Elmanyayê bê dîtin, banga xwedîderketina li vê dozê dikin."