Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd semînerek li Îngilistanê hate lidarxistin
Di çarçoveya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd” de li Îngilistanê semînerek hate lidarxistin.
Di çarçoveya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd” de li Îngilistanê semînerek hate lidarxistin.
Di çarçoveya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd” de li Îngilistanê semînerek hate lidarxistin. Amadekara semînerê Roza Salih bû û endamê Unisaneyê Steven Smalley, parlementerê Partiya Neteweyî ya Îskoçyyaê Chris Steerfens, endama jineolojiyê Jany Krison wek axêver beşdarî semînerê bûn.
Di destpêkê de Roza Salihê got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demeke dirêj e di zîndanê de tê ragirtin û diyar kir ku bêyî azadiya wî çareseriya pirsgirêka Kurd zehmet e.
Piştre parlementerê Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê Chris Steerfens behsa wan daxwaznameyan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane parlementoyên Ewropayê. Chris Steerfens daxwaz ji beşdaran kir ku bi piştgiriya xwe zextên zêdetir bikin da ku parlementer daxwaznameyan îmza bikin û li ser bixebitin. Her wiha wî piştgiriya xwe ji bo vê pirsgirêkê dubare kir.
Endama jineolojiyê Jany Krison destnîşan kir ku wê serdana rojavayê Kurdistanê kiriye û bi wê ezmûnê heyirî maye, ji ber ku civakek li ser bingeha demokrasî, azadî, wekhevî û ekolojiyê hatiye avakirin. Krisonê diyar kir ku divê sûd ji vê ezmûnê bê wergirtin.
Jany Krisonê behsa wan êrişên vê dawiyê yên dewleta dagîrker a Tirk kir ku li ser Rojava dike û diyar kir ku dewleta Tirk gelê sivîl û cihên xizmetguzariyê û jêrxaneya herêmê dike hedef. Krisonê ev êriş wek hewla şikandina îradeya gelên herêmê pênase kir û got ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşî li van hewlên dewleta Tirk digire û bangewaziya wê yekê kir ku divê her kes li dijî êrişan raweste.
Endama Unisaneyê Steeven Smayli bal kişand ser wê yekê ku teoriyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina jiyaneke nû û azad, bi taybetî ji bo parastina jîngehê gelek girîng in.
Steven Smalley cext li wê yekê kir ku teoriyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan gelek gavan li pêşiya Ewropayê ne. Smalley her wiha diyar kir ku gelê Kurd bi dewletên faşîst hatiye dorpêçkirin û got ku gelê Kurd parastina xwe û nirxên mirovatî û azadî û wekheviyê dike, lewma pêwîst e mirov xwedî li gelê Kurd derkeve.
Steven Smalley di dawiyê de wiha got, “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zîndanîkirina femînîzm û azadî û wekheviyê ye. Tecrîd kuştina nirxên mirovatiyê ye, lewma pêwîst e Abdullah Ocalan bê azadkirin.”