Dewleta Tirk li Wûppertalê hat teşhîrkirin

Kurd û dostên wan ên ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan li Wûppertalê li hev civiyan, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hat protestokirin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan hat lidarxistin. Gelek rêxistinên Kurdistanî û enternasyonalîst beşdarî çalakî bûn.

Êrîşên faşîst ên dewleta Tirk bi danezanên bi xwendina danezanan hat teşhîrkirin.