Paolo Cento: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bitêkoşîn

Serokê Berê yê Partiya Keskan û Parlamenter Paolo Cento di çalakiya Dema Hêviyê ya li Romayê de axivî û got: “Divê em Ewropayiyên ku ji girtina Abdullah Ocalan berpirsyar in, ji bo azadiya wî têbikoşin.”

Li paytexta Îtalya Romayê bi boneya protestokirina Kompoloya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Dema Hêviyê hat organizekirin. Siyasetmedar, hunermend, akademsiyen û parêzer tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” hat nîqaşkirin.

Çalakî li Navenda Çandê ya Roma Araratê hat lidarxistin. Endamê Delegasyona Navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî Giovanni Russo Spena, Şaredarê Herêma 8’an a Romayê Amedeo Ciaccheri, karîkatur û çîroknivîsê Îtalyayî Zerocalcare, serokê berê yê Keskan û Parlamenterê Partiya Keskan Paolo Cento, Edîtorê Weşanxaneya Punto Rosso yê ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerî Îtalî kiriye Roberto Mapelli, Endama Navenda Lêkolînên Demokrasiyê û Heyeta Navneteweyî ya Dijî Tecrîdê Parêzer Mîchela Arricale, Endama Komîteya Dema Azadiyê Simonetta Crisci, Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îtalyayê Arturo Salernî, Akademîsyen Civaknas Laura Corradi, Lêkolîner Nivîskar Rojbîn Bêrîtan û Endama Komîteya Jineolojiyê Zeryan tev li çalakiyê bûn.

Berî çalakiyê hunermend Mubin Dunen derket li ser dikê stran gotin.

‘NE TENÊ GELÊ KURD, DIVÊ HEMÛ GELÊN CÎHANÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVIN’

Çalakî ji du rûniştinan pêk hat. Di rûniştina yekemîn de pêvajoya hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Romayê û tecrîda mutleq a ku niha didome hatin nîqaşkirin. Divê rûniştinê de Endamê Delegasyona Navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî Giovanni Russo Spena axivî. Spena diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan êdî veguheriye îşkenceyê û got ku ne tenê gelê Kurd, divê gelên cîhanê ji bo şikandina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN BITÊKOŞIN’

Serokê Berê yê Keskan û Parlamenter Paolo Cento jî got ku divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Ewropayê seferberî bê ragihandin. Cento di berdewamiya axaftina xwe de got, "Em Ewropayiyên ku ji girtina Abdullah Ocalan berpirsyar in, divê ji bo azadiya wî têbikoşin."

‘EWROPA DIBE ŞIRÎKÊ TECRÎDÊ’

Piştî Paula Cento, Lêkolîner û Nivîskar Mîchela Arrîcale mafê axaftinê girt û bal kişand bi ser şert û mercên îşkenceya li Îmraliyê û got: “Abdullah Ocalan rûbirûyê pêkanînên dijmirovahî dimîne. Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên mirovî bêpar hatiye hiştin.”

Şaredarê Herêma 8’emîn a Romayê Amedeo Ciaccheri jî got: “Abdullah Ocalan paradîgmayeke ku wê hemû pirsgirêkên pergala kapîtalîst afirandiye dikare çareser bike, pêşkêşî me dike. Em Ewropî li şûna ku piştgiriyê bidin vê yekê, berovajî ji dewleta Tirk û Erdogan re dibin piştgir. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Danîelî jî got “Dema dema azadiya Abdullah Ocalan e” û bang li civaka navneteweyî û saziyên pêwendîdar kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Di rûniştina duyemîn de Edîtor Roberto Mapelli axivî û got: “Xelkê Kobanê xwe bi awayekî otonom birêve dibe, ev ji bo vê xelkê tiştekî nû ye. Lê mixabin em li Ewropayê têgeha azadiya baş tênegihiştine û ne di nava hevgirtinê de ne.”

Karîkaturîst Zerocalcarê ev tişt anîn ziman: “Têkoşîna Kurdan heta 2014’an li Ewropayê ji nedîtî ve hat danîn. Dema ku têkoşîna Rojava pêş ket, haya me ji Têkoşîna Azadiya Kurd çêbû. Têkoşîna Rojava ya li dijî DAÎŞ’ê bala Ewropayê jî kişand. Ji bo min jî ya girîng nivîsandina min a pirtûka ‘Kobanê Callîn’ û di pirtûka xwe de vegotina jiyana Abdullah Ocalan a 23 salan di Gireva Îmraliyê de tê. Ez girîngiya Konfedealîzma Demokratîk li wir têgihiştim.”

‘JINÊN KURD ME RIZGAR DIKIN’

Piştî Zerocalcarê, Lêkolîner û Nivîskar Rojbîn Bêrîtan axivî û got: “Jinên Kurd me rizgar kirin û hê jî rizgar dikin. Nêrînên Zerocalcarê rast in.”

Akademîsyen û Civaknas Laura Corradî jî qala tecrûbeya xwe ya li Mexmûrê kir û got: “Konfederalîzma Demokratîk li Mexmûrê tê pêkanîn.”

Çêkerê dîmenê Manola Lupichini dîmenê ku têkîldarî Şengalê amade kiribû nîşan da. Piştre Endama Komîteya Jinelojiyê Zeryan axivî û got: “Kurd belavî li cihên cuda bûn. Ez çûm Şengalê. Cihekî ku rastî êrîşa DAÎŞ’ê hatiye. Niha di bin kontrola Tevgera Azadiya Kurd de ye. Berê di bin kontrola pêşmergeyê de bû; dema DAÎŞ êrîş kir, reviyan. Bi hatina gerîlayan re ji komkujiyeke mezin rizgar bûn.”