Ciwanên Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd li Atînayê meşa dirêj dan destpêkirin
Rêxistinên ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Atînayê bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixin” meşa ji bo du rojan dan destpêkirin.
Rêxistinên ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Atînayê bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixin” meşa ji bo du rojan dan destpêkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Atînayê bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixin” meşa ji bo du rojan dan destpêkirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Ciwanên ku li qada Maratohnê li hev civiyan, di şexsê şehîdên li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn de ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Ciwanan li dijî dîlgirtina 25 salan bang li hemû ciwanên Ewropayê kirin ku ji bo azadiyê seferber bibin.
Ciwanên ku êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şermezar kirin, destnîşankirin ku ew ê li her cihê ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan lê jiyanî bûye, biparêzin.