Dewleta Tirk li Stockholmê hate protestokirin

Li Stockholmê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bi mîtîngekê hate protestokirin; Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku Tirkiye neçar bike ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Êrîşên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li paytexta Swêdê Stockholmê hate protestokirin.

Di mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin de, daxuyanî hat xwendin û sûcên şer ên dewleta Tirk hatin eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a di bin rêveberiya Erdogan ê faşîst de, ji destpêka meha Cotmehê û vir ve binesaziya sivîlan di nav de dibistan, nexweşxane, bendav, santralên ceryanê, embarên genim û tesîsên bingehîn ên li Rojava bombebaran dike û sivîlên li Bakur qetil dike. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jiyana 5 milyon kesî xistiye metirsiyê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tişta ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere qirkirinê li dijî sivîlan dike, şermezar dikin. Sûcên şer ên sîstematîk bi wêrekî dike. Hemû rêxistinên navneteweyî yên têkildar ên ku Tirkiye jî endama wan e, di serî de Koalîsyona Kurewî ya li dijî DAIŞ'ê, Konseya Ewropa, NATO û Neteweyên Yekbûyî, bêdeng in. Ev hemû bi bêdengiya xwe, rawestandina eşkere ya hiqûqa navneteweyî qebûl dikin û bi vî rengî erêkirina nepenî dide dewleta Tirk ku li gorî plansaziya xwe tevbigere. Hemû rêxistinên navneteweyî paqijkirina etnîkî bigirin divê zexta ku li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere li Tirkiyeyê bikin."

Di çalakiyê de bang li dostên gelê Kurd hate kirin û wiha hate gotin: “Em bang li hemû dostên gelê Kurd û gelên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku piştgiriya xwe ji bo gelên herêmê diyar bikin. Li dijî niyeta dewleta Tirk a ji bo şerekî topyekûn li dijî sivîlên herêmê pêk tîne, bêyî tawîzê bidin nerazîbûna xwe nîşan bidin."