Tirkiye di sûcên organîze de li Ewropayê di rêza yekem de ye

Li gorî rapora Endeksa Sûcên Organîze ya Cîhanî ya 2023’an, Tirkiye di sûcên organîze de li cîhanê di rêza 14’an de ye û li Ewropayê jî di rêza yekem de ye.

Însîyatîfa Sûcên Organîze ya Navneteweyî rapora Endeka Sûcên Organîze ya Cîhanê ya sala 2023’an weşand. Di raporê de ji welatan re herî kêm 1 û herî zêde 10 puan hatiye dayîn.

Di raporê de puana Tirkiye ku di sala 2021’an de 6,89 bû, bû 7.03. Bi vê puanê re Tirkiye ku di rêza 12’emîn a cîhanê de cih digirt, ket rêza 14’emîn û li Ewropayê jî bû yekemîn.

Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye di qaçaxçitiya mirovan de 9 puan standiye, di bazirganiya çekan, bazirganiya eroîn û sûcên mafyayî de 8,5 û di bazirganiya mirovan de jî 8 puan girtiye.

Li gorî Endeka Sûcên Organîze ya Cîhanî, Myanmar bi 8,15 puanê re di rêza yekem de ye. Piştre Kolombiya û Meksîka tê. Îran û Tirkiye bi heman puanê re di rêza 14’emîn de ye. Rûsya jî bi 6,87 puanê re di rêza 19’emîn de ye.