Rojeva sereke ya ciwanan ‘Ji Rêber Apo re azadî’ ye

Encamnameya konferansa "Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve" hat eşkerekirin. Di konferansê de ji bo teşhîrkirin û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî biryarên piralî hatin girtin.

Ciwanên Kurd û enterasyonalîst, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi dirûşmeya "Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve" konferansek lidar xistin. Encamnameya konferansê hat eşkerekirin.

Ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Îtalya, Îngilistan û gelek welatên din bi dehan ciwan tevlî konferansê bûn û nêzîkî 6 saetan dewam kir.

Encamnameya konferansê ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hat ragihandin.

Encamnameya konferansê wiha ye:

  1. Hemû tiştên têkîldarî Rêber Apo wê bibe navenda xebatên ciwanan.
  2. Li dijî zîhniyeta netew-dewletê ku piştî Komploya Navneteweyî ya ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê êrîşên xwe didomîne, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo bi hêztir were vegotin û xebatên ji bo vê yekê bêne organîzekirin.
  3. Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ji Rojhilata Navîn heta Emerîkaya Latîn, ji Efrîkayê heta Asyayê, ji Ewropayê heta Awûstralyayê wek pîvana dilsozî û hezkirinê ya Rêber Apo bê nasandin û belavkirin.
  4. Tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo ku bi salan e didome, bibe rojev û li ser vê bingehê têkoşîn bê kirin.
  5. Di çarçoveya Paradîgmaya Azadiya Jinê ya ku Rêber Apo bi ked û hewldanake mezin afirandiye, bi hemû rêxistinên jinan ên cîhanê re nîqaş bên kirin û di ronahiya Şoreşa Rojava de ku em dibêjin Şoreşa Jinê, tevbigerin û felsefeya Rêber Apo bê belav kirin.
  6. Rola DYE, YE, CPT, DMME’ê ku xwe weke sazî û rêxistinên herî demokratîk nîşan didin, di pergala tecrîda li ser Rêber Apo de li ber çavên raya giştî ya cîhanê bê eşkerekirin.
  7. Ji bo ku hemû kesên ku dixwazin vê bêedaletiyê rawestînin, bi taybetî jî rêxistinên hevgirtina xwe bi Rêber Apo û gelê Kurd re çêbikin, ji CPT û Konseya Ewropayê re bi awayekî seferberî nameyan bişînin.
  8. Li dijî helwest û kiryarên ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin, derbikevin û li ser vê bingehê xebat bên kirin.
  9. Ji bo ku gelek sazî, bi taybetî Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo gavan biavêjin, xebat bên kirin.