Li Lyonê gotin: Ji Abdullah Ocalan re azadî

Bi hezaran Kurdistaniyên li Başûrê Fransayê dijîn û dostên gelê Kurd li bajarê Lyonê li hev civiyan û bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” meşiyan.

Di meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) hat lidarxistin de komên Antîfa, tevgera anarşît a Fransayê û komên Solîdarîte beşdar bûn.

Meş li Place Jean Mace destpê kir. Di meşa ku nêzî saetek dewam kir de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Faşîst Erdogan”, “Qatîl Erdogan”, “Ji Serok Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Meş li qada Place Bellecour Lyonê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftina Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut berdewam kir.

Zubeyde Zumrut wiha got: “Hemû cîhan û me fêm kir ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne pêkan e ku aştî were Rojhilata Navîn û cîhanê. Tehemûla gelê Kurd ji vê dîlgirtinê re nemaye.”

Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Raphael Debut axivî û diyar kir ku ew têkoşîna gelê Kurd bi sempatiyeke mezin dişopînin û piştgirî didin daxwazên wan.

Li ser navê CDKF’ê Berîvan Rozerîn axivî û anî ziman ku divê her Kurd di mijara azadiya Rêberê Gelê Kurd de bi hesas nêz bibe.

Piştî axaftinan hunermendên TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad, Lavîn Perînçek û Seyda Perîncek derketin ser dikê. Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.