Miameleya xerab a li dijî cenazeyê gerîla li Drancyê hate protestokirin

Li banliyoyeya Drancyê ya Parîsê ku paytexta Fransayê ye tevgerên ciwanên Kurd miameleya xerab a ku dewleta Tirk li dijî cenazeyê gerîlayê bi navê Tolhildan Tekman kiribû, protesto kirin.

Roja Çarşemê ber bi êvarê ve Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN’ê meş organîze kirin.

Di meşê de miameleya xerab a ku dewleta Tirk li dijî cenazeyê gerîlayan dike hate protestokirin.

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) di sala 2020’an de li Sêrtê di êrîşa hewayî de tevî 5 hevalên xwe şehîd bûbû. Malbatê heman salê ji bo teşxîsê nimûneya xwînê dabû û encam eşkere bûbû. Lê tevî vê yekê jî cenazeyê gerîla bi darê zorê li Goristana Bêkesan hatibû veşartin. Hestiyên gerîlayê bi navê Yilmaz Ûzûn 3 sal piştî şehadeta wî, di 1'ê Îlonê de di qutiyekê de radestî malbata wî hate kirin.

Ciwanên ku li ber şaredariya Drancyê kom bûn, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz girtin û piştre dest bi meşê kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Tolhildan soza me ye"  hate berzkirin.