Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Dûîsbûrgê meşiyan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkê 240 ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst li Dûîsbûrgê meşiyan.

Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzîkê 240 ciwanên enternasyonalîst û yên Kurdistanê bi navê ‘’Rêwîtiya Azadiyê’’ dest pê kir, berdewam e.

Roja sisêyan a rêwîtiya xwe jinên ciwan ku li Oberhausen HBF’ê hatin ba hev, ji bo balê bibin ser pêngava ‘’Jin, jiyan, azadiyê, bi ser bixe azadiyê’’, bi fûlarên mor pankartên têkildarê pêngavê hildan.

Bi pankart, al û tîşortan ji îstgeha navendî ya Oberhaûsenê ta navenda Dûîsbûrgê nêzîkê 15 kîlometreyan meş hat kirin.

Êvarê jî bi pêşengtiya jinên ciwan wê li Navenda Çanda Kurd a Dusseldorfê semînerek bê çêkirin. Di semînerê de wê niqaş li ser polîtîkayên şerê taybet ê berpêyî jinan û xweparastinê bên kirin.

Ciwan wê sibehê ji îstgeha trenan a Neûssê li ‘’Rêwîtiya Azadiyê’’ dewam bikin. Serê sibehê wê ciwan werin ba hev û ber bi Dusseldorfê ve bimeşin.

Roja pêncemîn a çalakiyê û ya dawîn wê ji Kolnê ber bi navenda Mulheîmê ve meş bê kirin.