YJK-E’yê banga tevlêbûna ‘Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî’ kir

Tevgera Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E), banga tevlêbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn li Kurd û dostên Kurdan kir. Mîhrîcan wê 9’ê Îlonê li bajarê Frankfûrt Elmanyayê li dar bikeve.

YJK-E’yê daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: ‘’Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn wê îsal li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê be. Rengên cur bi cur ên çar parçeyên Kurdistanê wê bên nîşandan û bi her zimanî wê şahiya muzîkê çê bibe.’’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatine diyarkirin:

‘’Haya me jinên Kurd jê heye ku bi têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftin û qirkirinê, parastin û bipêşvebirina çandê û hiştina ji nifşên bê re çiqas giring e. Bi têkoşîn û rêxistinbûna hevpar a sih salên dawîn têgehên vîn û azadiyê ji bo me jinan watedartir bûn û kir ku em li rehên xwe yên dîrokî bibin xwedî. Em deyndarên Îdeolojiya Azadiyê û felsefeya Rêber Apo ne ku ji me re kirine diyarî. Lewma dibêjin qey ku tecrîdê giran bikin wê em jin bêyî Rêbertî bimînin. Hemû saziyên Ewropayê û saziyên qaşo demokrat dengê xwe ji kirinên antîdemokratîk ên Erdoganê faşîst re nakin.  

Em jinên YJK-E’yî bi şiara ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye’ em ê roja Şemiyê tev li mîhrîcanê bibin. Em ê xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî bibin xwedî û tevlêbûna mîhrîcana îsal zêde bikin. Di serî de tecrîd, em ê polîtîkayên bişaftin û qirkirinê yên bi her awayî bi hêz û birêxistinbûna xwe bi avê de bibin.

Ji wê boneyê me dest bi xebatên xwe kiriye û em ê mal bi mal biçin serdanê ku hemû jin tev li mîhrîcanê bibin. Me bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk, dost û gelê me yê welatparêz ew e ku bibin piştevan da ku bibin bersiv ji bo tecrîda Îmraliyê.’’