KCDK-E’yê banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî kir
KCDK-E’yê banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî kir û got: “Em xwedî li rûmet, xak, dîrok û hemû nirxên xwe yên çandî derkevin.”
KCDK-E’yê banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî kir û got: “Em xwedî li rûmet, xak, dîrok û hemû nirxên xwe yên çandî derkevin.”
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Wê ji gelek welatên Ewropayê tevlîbûna mihrîcanê çêbibe. Festîval wê bi dirûşmeya ‘Di sala 100’emîn a Lozanê de ji pirsgirêka Kurd re çareserî, ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ 9’ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û navnîşana Rebstockparkê bê lidarxistin.”
‘EM SERFER BIBIN Û TEVLÎBÛNEK MEZIN PÊK BÎNIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Festîval ku îsal wê 31’emîn were lidarxistin, diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin, hat kirin. Gelê me û dostên me dê ji Awûstûrya, Swîsre, Parîsa Fransayê, Strasboûrg, Hollanda û Belçîkayê seferberî Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 31’emîn bibin. Ji hemû welatan otobus hatine girtin. Her wiha ji bo ku li qadê otobust û wesayît park bikin, qada parkê hatiye cudakirin.
Ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dê hunermend û axaftvan di Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 31’emîn de derkevin ser dikê. Dîsa bi deh hezaran kes dê govend bigerînin.
Di festîvalê de li dijî tecrîdê wê dirûşmeyên azadî, wekhevî û demokrasiyên bên berzkirin. Weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin ku li cihên lê ne ji bo nuqteyên tevgerê yên berê hatine diyarkirin amade bin. Her wiha ji bo ku festîval bi tendurist û ewle derbas bibe û bigihije armanca xwe, divê her kes bi berpirsyarî nêz bibe. Em seferber bibin. Ji bo xwedî derketina li rûmet, xak, dîrok û hemû nirxên xwe yên çandî em bibin yek û banga ‘Ez jî li Frankfûrtê me’ belav bikin. Di festîval de em xwe bigihînin, bi deh hezaran.”