Bi hezaran kesan li Strasboûrgê got: Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin

Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeya ‘’Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’’ li Strasboûrgê meş û mîtîng li dar xistin û got: ‘’Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin.’’

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê yê Cîhanê, bi banga hevpar a KCDK-E, TJK-E, TCŞ û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB), li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) lê ne, meş û mîtîng hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên xwe ku li qada Place de la République a Strasboûrgê hatin ba hev, bi dirûşmeya ‘’Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’’ saet di 12.30’an de dest bi meşê kir û heta ber Konseya Ewropayê dirûşme berz kirin û meşiyan. Gava meşê bal bi ser tecrîdê de hat birin. Bi pişt re li ber avahiya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê mîtîng hat lidarxistin.

‘DEWLETA TIRK LI ÎMRALIYÊ ÊŞKENCEYÊ DIKE’

Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê bû. Destpêkê Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî. Zubeyde Zumrut îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: ‘’Em bang li Konseya Ewropayê û CPT’yê dikin. Hûn bi erka xwe ranabin. Dewleta Tirk li Îmraliyê êşkenceyê dike. Hûn jî ji vê tecrîdê berpirs in. Rêber Apo ji bo Kurdan xeta sor e. Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Aştiyeke mayînde bi pêkhatina azadiya Rêber Apo pêkan e.’’

 ‘BILA PKK JI LÎSTA TERORÊ BÊ DERXISTIN’

Parlamenterê Konseya Ewropayê ya Fransayê Emmanûel Fernandes ku tev li mîtîngê bû, wiha got: ‘’Ji bo dawî li vê tecrîdê were, em ê hewil bidin. Divê PKK ji lîsta terorê bê derxistin.’’

‘PEYAMA DEWLETÊ KU DIDE ME: EM Ê HEMÛ RÊBERÊN WÊ JI HOLÊ RABIKIN’

Omer Guneş ku parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, diyar kir ku wan miwekîlên xwe her serlêdanên hiqûqî kirine û wiha axivî: ‘’CPT’yê neh caran li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rapor weşandin. Bi wan raporan derket holê ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke çiqas giran de ye. Rêzdar Abdullah Ocalan hem rêberekê gel e hem jî teorîsyenê aştiya li Rojhilata Navîn e. Berê jî dewleta Tirk bi awayên cur bi cur zext û mielemeya xerab kirin. Hevdîtina ku sala 2007’an me pê re kir, bi eşkerehî behs ji me re kir. Dewletê cezayê ku da birêz Abdullah Ocalan salvegera roja bidarvekirina Şêx Saîd diyar kir. Dewlet ji me re wiha dibêje. Em ê hemû rêberên we tune bikin. 25 sal in li dijî van têdikoşin û em ê ji niha û pê ve jî têbikoşin.’’

 ‘TU RÊBERÎ BI QASÊ RÊBER APO RÊYA AZADIYÊ LI BER JINAN VENEKIRIYE’

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Selma Surer axavtin kir. Surer, got ku heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin û ev gotin kirin: ‘’Heta Rêber Apo azad bibe em ê li kuçeyan bin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye jî. Di dîrokê de tu rêberî ew qas rêya azadiyê li ber jinan venekiriye. Ji wê boneyê heta Rêber Apo azad bibe em ê têbikoşin.’’

Dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Azadî ji bo Ocalan’’ hatin berzkirin û mîtîng qediya.