Li Amsterdamê meşa ji ‘Abdullah Ocalan re azadî’

Bi sedan kesên ku li Amsterdamê meşiyan diyar kirin ku ew ê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd dest ji têkoşînê bernedin.

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, li paytexta Hollanda Amsterdamê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan meş hat organîzekirin.

Meşa ku di pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê DEM-NED’ê ve li Westerparkê destpê kir û bi sedan kes tevlî bûn, li Muntpleînê bi dawî bû.

Di meşê de hewldanên faşîtên Tirk ên ku dixwestin provokasyonê çêkin, ji aliyê girseyê ve hatin astengkirin.

Mêtînkariya dewleta Tirk û piştgiriya wê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê re hate protestokirin.

Girseyê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir, bi belavkirina danezanan destnîşan kirin ku ew ê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd dest ji têkoşînê bernedin.