FEDA’yê bertek nîşanê Erdogan da ku çima girtiyê ji doza Sêwazê efû kiriye
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), bertek nîşanê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da ku çima cezayê girtiyekê din ê ji doza Qetlîama Sêwazê rakiriye.
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), bertek nîşanê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da ku çima cezayê girtiyekê din ê ji doza Qetlîama Sêwazê rakiriye.
FEDA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan cezayê heta bi hetayê yê Hayrettîn Gul ê ji doza Qetlîama Sêwazê girtî, bi hinceta nexweşiya daîmî rakiriye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatine diyarkirin: ‘’Desthilatdariya Pan-Tirkperest û Pan-Îslamîst, ji aliyekî ve dikeve wê hewilê ku bîrek û cilekê din ji bo Elewiyan bifesilîne ji aliyekî ve jî cezayê yekê tev li qetlîama Elewiyan bûye efû dike.
Bi hezaran girtiyên nexweş ku ji ber fikirên xwe yên siyasî tevî raporên Tiba Edlî di zindanan de tên ragirtin, berdana kujerekî bi hinceta ku nexweş e, xafilî ye.
Erdogan ku Ahmet Dedeyê bersûcê ji doza Sêwazê berda, beriya hilbijartinên meha Gulanê bersûcê Hizbullahê da berdan, Hayretîn Gul jî da berdan û kujerên Kurd û Elewiyan bi necezakirinê bi rûmet kirin.
Yên diyar e ku kujer in, hûn efû bikin jî em nakin.
Me bang li her kesî ye ku bi hiqûqa gerdûnî bike û dev ji cotstandardiyê berde.’’