Li ber Wezareta Karên Derve ya Înglistanê tecrîd hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê hate protestokirin.

Meclîsa Gelê Kurd a Londonê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê çalakî li dar xist. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşer ên Îngilîstanê (TCŞ) û Meclîsa Jinê ya Jiyan tevlî çalakiyê bûn û pankartên ku tecrîda Îmraliyê şermezar dike, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê Aso Kamalî axaftinek kir.

Kamalî destnîşan kir ku dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP’ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi awayekî girankirî didomîne û got dewleta Tirk û rejîma Erodgan bi tecrîdê re Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê.

Dema ku çalakiya girseyê li ber Wezareta Karên Derve dewam dikir, Aso Kamalî û Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Turkan Bûdak bi rayedarekî wezaretê re hevdîtin pêk anîn. Rayedarê wezaretê diyar kir ku wan beriya niha dosyaya bêhiqûqiya li ser Abdullah Ocalan û rola wî ya di aştiya Rojhilata Navîn de nirxandine û haya wan ji fikarên Kurdan heye. Rayedar da zanîn ku piştî lêkolîn û hevdîtinan ewê Meclîsa Gelê a Kurd agahdar bikin. Kamalî û Bûdak anîn ziman ku divê Îngilîstan nebe şirikê sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk.

Piştî hevdîtinê çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.