Roja pêşîn a ‘Rêwîtiya Azadiyê’ qediya
Ciwanên Kurd û enternasyonel, bi navê ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bochûmê meşiyan.
Ciwanên Kurd û enternasyonel, bi navê ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bochûmê meşiyan.
Gelek ciwanên Kurd û enternasyonel ku ji gelek welatên Ewropayê hatin û li Dortmûndê ku bajarekê Elmanyayê ye li hev civiyan, roja ewilîn a ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bochûmê temam kir.
Gava meşê bêyî sekin dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ hat berzkirin.
Meş wê bi rojan berdewam bibe. Ciwanan banga tevlêbûna meşê kir û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têkoşînê bikin.
Ciwan car caran bêhna xwe da û meş li îstgeha trenan a Bochûmê qedand.
Ciwan wê sibehê jî li Essenê bimeşin.