Banga FED-GEL’ê ji bo tevlêbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî
Hevserokatiya FED-GEL’ê banga tevlêbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn kir. Mîhrîcan wê 9’ê Îlonê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çê bibe.
Hevserokatiya FED-GEL’ê banga tevlêbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn kir. Mîhrîcan wê 9’ê Îlonê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çê bibe.
Hevserokatiya FED-GEL’ê bang li Kurd û heval û hogiran Kurdan kir ku tev li Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn bibin. FED-GEL’ê bi daxuyaniyê da xuyakirin ku mîhrîcana îsal ku wê bê lidarxistin, diyarî ye ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku sala 2020’an li Parîsê hatin qetilkirin.
Daxuyanî wiha ye:
Dewletên serwer serî li rê û rêbazên xerab didin ku Kurdan bi fîzîkî û çandî li welatê wan ji navê rabikin. Tevî ewqas tiştên ku li Kurdistanê qewimîne, Kurdan dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernedaye, her berdêl dane ber çavên xwe û li ber xwe daye.
Dev berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî mirina spî bernedaye û xwe li her cihe ku çûye bi rêxistin kiriye. Gelê welatparêz ê Kurd çi cihê ku çûbe Kurdistan jî bi xwe re biriye.
Qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil sala 2022’yan li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê ji pêvajoya hewila tunekirina Kurdan ne cuda ye. Tevlêbûna mîhrîcanê ku diyarî ye ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil, derketina xwedî li çand û nasnameya xwe ye.
Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn wê bi şiara ‘’Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de çareserî ji bo pirsgirêka Kurd, azadî ji bo Abdullah Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’’ 9’ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bê lidarxistin.
Peyama herî watedar a li dijî hêz û tifaqên qirkirina fîzîkî û çandî li ser Kurdan ferz dikin, bi yekitî û bi hev re berzkirina daxwaza xwe ya ji bo azadiyê û jiyana azad e. Li ser vî asasî em Federasyona FED-GEL’ê li hêviya ciwan, jin û her baweriya azadîxwaz û aştîxwaz, çand û saziyê ne ku tev li mîhrîcana li Frankfûrtê bibe.’’