Ciwanan li Marsîlyayê êrîşên li dijî cenazeyan şermezar kirin

Ciwanên Kurd li Marsîlyayê li hev kom bûn û hovîtiya dewleta Tirk a li cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Tekman şermezar kirin ku hestiyên wî di hundirê qutiyekê de radestî malbata wî hatibûn kirin.

Ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev kom bûn û hovîtiya dewleta Tirk a li cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Tekman şermezar kirin ku hestiyên wî di hundirê qutiyekê de radestî malbata wî hatibûn kirin.

Ciwanan alên PKK'ê û du pankartên bi nivîsên "Şehîd Tolhildan Tekman namire, em ê hesab bipirse" ku bi zimanên Tirkî û Fransî nivîsî bûn, hildan. Ciwanan tim û tim dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" qîriyan.

Ciwanan gotin, "Dewleta Tirk a faşîst ku her roj derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwe, ji bo tola xwe hilîne polîtîkayên şer ên li dijî exlaqê dimeşîne. Dijmin ji cenazeyên gerîla jî ditirse. Sûcê herî dawî yê dijmin ê li dijî mirovahiyê bêhurmetiya li cenazeyê Şehîd Tolhildan Tekman bû."

Ciwanan diyar kirin ku wê hesab ji vê yekê bipirsin û ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin.