KNK’ê ji bo Prof. Erîc Davîd peyama sersaxiyê weşand

KNK’ê ji bo pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Erîc Davîd ku jiyana xwe ji dest da, got: ‘’Kurd wê pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Erîc Davîd ku bi delîlên dîrokî tespît kir ku PKK ne rêxistineke terorî ye, ji bîr nekin’’ û sersaxî ji bo malbatê xwest.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo Profesorê Erîc Davîd ê Belçîkayî ku di warê hiqûqa navneteweyî de akademîsyenekê bijare ye, peyama sersaxiyê weşand.

KNK’ê diyar kir ku Erîc Davîd pisporekê hiqûqa navneteweyî û kesekê qedîrgiran e ku Kurd wî ji nêz ve nas dikin û di dewama peyama xwe de ev tişt destnîşan kirine: ‘’Rêzdar Erîc Davîd, pisporekê hêja bû ku bi daneheva xwe ya bi salan bi tecrûbe û zanîna xwe rapora kesê zana pêşkêşê Dadgeha Belçîkayê kiriye û aniye ziman ku PKK ne rêxistineke terorî ye, li gor hemû normên navneteweyî û hiqûqa Cenevreyê aliyekê şer e.  

Rêzdar Davîd bi delîlên xwe yên dîrokî îspat kir ku PKK ne rêxistineke terorî ye. Ji lew ma Kurd wî ji bîr nakin. Bila Xwedê rehma xwe li Rêzdar Davîd bike û sebirê bide hezkirî û malbata wî.’’