Ji welatên wekî Elmanya, Swîsre, Fransa, Îngîltere, Îspanya, Îtalya û Bolîvyayê nêzî 40 ciwanên enternasyonalîst û 200 ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kiribûn. Meş di roja 4’emîn de dewam kir.
Ciwanan ku di roja 4’emîn de li bajarê Neûssê hatin ba hev, heta Dusseldorf Haftstrassê meşiyan.
Ciwanan di rêya 15 kîlometreyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê qiriyan û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê silav kirin. Di danezanên hatin belavkirin de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê. Çalakgeran li cihên ku bêhna xwe vedan, govend gerandin.
Çalakgeran niha ji bo bîranîna Berxwedan Çiyager ê di êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiya bîranînê li dar dixin.
SIBÊ ROJA DAWÎ YA ‘MEŞA AZADIYÊ’ YE
Wê sibê meş bi dawî bibe. Ciwanên ku wê di 8’ê Îlonê de ji Kolnê heta navenda bajarê Mulheîmê bimeşin wê li vir dawî li çalakiya xwe bînin.