Osman ku piştî 30 salan hat berdan bi awayekî fiîlî destgîrkirî ye

Abdulmenaf Osman ku piştî 30 salan hat berdan, 36 saet in bi awayekî fiîlî destgîrkirî ye. Parêzerê wî Halîl Coşkûn diyar kir ku muwekîlê wî bi awyaekî bêhiqûqî destgîrkirî ye û ji bo muwekîlê wî biçe welatekî sêyem, doza muhletê kir.

Abdulmenaf Osman ê 58 salî ku di Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê ya Tîpa T'yê de bû, duh piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket. Osman ku di 3'yê Adara 1993'yan de li Êlihê hatibû binçavkirin, Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekparebûna dewletê" cezayê muebedê lê birîbû. Osman ku di 28 saliya xwe de hatobû girtin, di 58 saliya xwe de ji girtîgehê derket.

Osman piştî ku ji girtîgehê derket, ji ber ku ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye leşkeran ew bir Navenda Paşveşandinê ya Manîsayê. Osman ji duh ve li qereqola cendirmeyan a Akhîsarê ye. Hat diyarkirin ku wê Osman bibin Fermandariya Bajêr a Manîsayê. 

Parêzerê Osman Halîl Coşkûn li qereola cendirmeyan a Akhîsarê hevdîtin bi muwekîlê xwe re kir. Coşkûn bilêv kir ku Osman niha bi awayekî fiîlî destgîrkirî ye û got: "Li gor qanûna 6458'an a Parastina Biyaniyan ne di lîsteya dersînorkirinê de ye. Lê dîsa jî li bendê ne ku Midûriyeta Koçberiyê ya Manîsayê biryara dersînorkirinê bide. "

Coşkûn diyar kir ku muwekîlê wî 36 saet in bi awayekî fiîlî destgîrkirî ye û got: "Ya tê kirin derhiqûqî ye. Tu tiştekî hiqûqî ya ji bo destgîrkirina muwekîlê min tune ye. Em dixwazin mafê wî yê ku qanûna 6458'an daye wî esas bê girtin. Ji bo muwekîlê min biçe welatekî sêyem, divê mehek muhlet a di qanûnê de diyarkirî esas bê girtin. Di vê demê de gava pasaport û nasnameya wî bê derxistin wê bi rizaya xwe biçe welatê sêyem. Ji lew re ger radestî rejîma sûriyeyê bê kirin wê ewlehiya wî tune be."