Li Dortmûndê konferansa ji bo 'Azadiya Abdullah Ocalan'

Ciwanên Kurd û enterasyonalîst, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek lidar xistin.

Di konferansê de ku li bajarê Dortmûndê hate lidarxistin, ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Îtalya, Îngilistan û gelek welatên din bi dehan ciwan li hev kom bûn.

Pankartên ji gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li salona konferansê hatin daliqandin.

Di konferansê de her wiha standek ji pirtûkên Abdullah Ocalan hate danîn.

Konferansê saet di 11:00 de bi dirûşma "Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve" bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Piştre Sercan Aydin axivî, bal kişand ser rola pêşengiyê ya ciwanên Kurd û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hêza herî dînamîk e.

Aydin got, "Weke ku tê zanîn piştî vê konferansê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hûn ê meşe ji bo hefteyekê lidar bixin. Girîngiya vê meşê wê roleke bingehîn a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Ya ku dikeve ser milê we ciwanan ew e ku Rêber Apo hîn bêhtir nas bikin, girseyî bikin û bixin meriyetê."

Sercan Aydin got, "Li ser vê bingehê her çalakiyek girîng e û armanceke xwe heye. Li ser vê bingehê çalakiya ku hûn ê bi dirûşma 'Rêwîtiya azadiyê' lidar bixin, gelekî girîng e. Ji niha ve serketinê ji çalakiya we re dixwazim."

Piştî axaftina Aydin sînevîzyonek li ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê hate nîşandan.

Di bernameya konferansê de her wiha muzîk û govend jî heye.