ROJANE
Hemû Nûçe
-
Halîde Turkoglû: Rojeva me azadiya Abdullah Ocalan e
Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkgolû diyar kir ku konferans wê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bigire rojeva xwe. -
Li Çewlîgê 5 kes hatin girtin
Li Çewlîgê 18 kes di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin. Ji van 18 kesan, 5 kes hatin girtin ku Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê Ubeyîd Ozer jî di nav de ye. -
‘Li hemberî faşîzmê têkoşîna hevpar a ciwanan girîng e‘
Ji Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Yaren Sarisaltik diyar kir ku divê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirk bi Tevgera Ciwanên Kurd ên Welatparêz re tevbigerin û anî ziman ku li dijî zilma li ser ciwanên Kurd têkoşîneke hevpar girîng e. -
‘Çaresernekirina pirsgirêka Kurd bingeha hemû krîzan e’
Parlamentera HEDEP'ê Newroz Ûysal diyar kir ku çaresernekirina pirsgirêka Kurd û pêkanînên dijdemokratîk rê li ber krîza siyasî û darazê vekiriye û got ku ya girîng berteka partiyên siyasî û civakê ye. -
ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doza Kobanê: Divê Gultan Kişanak serbest bê berdan
Siyasetmedar Gultan Kişanak a ku çendî dema girtinê ya demdirêj temam bûye jî nayê berdan, bertek nîşan da û got: “ Tu hêcet mêcet tune ye, dema girtinê temam bûye." -
Parêzer li dijî hewldana darbeyê ya Dadgeha Bilind meşiyan
Parêzer li ser banga Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê li ber Edliyeya Enqereyê hatin cem hev û bi gotina "Ji darbeyê re na" heta Dadgeha Bilind meşiyan. -
Rojnamevan Kizmaz hate binçavkirin
Rojnamevan Mehmet Kizmaz bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal, hate binçavkirin. -
Parêzer ji ber 'serweriya hiqûqê' ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan
Parêzerên ku bi banga Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û Baroya Enqereyê hatin cem hev, li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn. -
Dewleta Tirk li Amediyeyê bombe li malan barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Amediyê barand. Topek li malekê ket. -
Zext û êrîşa li ser girtiyan û astenga tedawiyê
Li Panosê girtiyê bi navê Çekdar Odungit anî ziman ku her roj êrîş li şikbeyên wan tê kirin û girtiyên nexweş di dema xwe de nabin nexweşxaneyê. Cemal Tanhanê ku dereng hat berdan jî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê êdî nikare biaxive. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hate kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin. -
Li Konyayê berdana 7 girtiyan bêhiqûqî hat taloqkirin
Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê berdana 7 girtiyan bi awayekî kêfî û bêhiqûqî 6 mehan hate taloqkirin. -
Êrîşî hêzên DYE û Iraqê hate kirin
Li Mûsilê êrîşî hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên Emerîka û Iraqê hate kirin. -
Dîndar herkes vexwend Meşa Gemlîkê
Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar bang li alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê kir ku 18'ê Mijdarê beşdarî Meşa Gemlîkê bibin. -
'Budçeya 2024'an budçeya şer, nelirêtî û rantê ye'
Parlamenterê Mûşê yê HEDEP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku budçeya 2024'an ji bo xizmeta ji desthilatdariyê re hatiye amadekirin û got, "Budçeya şer, nelirêtî û rantê ye." -
ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêxistinên Ciwanan: Em ê weke Mahîr li dijî Elromên we bisekinin!
Rêxistinên ciwan ji bo şermezarkirina êrîşên Îsraîlê ji Findikliyê heta Dolmabahçeyê meşiyan. -
Doza Kobanê: Kesên qaşo şahidin hevdu vala derdixin
Siyasetmedarê girtî Gunay Kubilay ku ji doza Kobanê tê darizandin, diyar kir ku kesên qaşo şahidin îfadeyên hevdu vala derdixin. -
Olûç: Ev bi eşkere darbeya dadgeriyê ye
Cîgirê Serokê Koma HEDEP’ê Saruhan Olûç bal kişand ser hewldana darbeyê ya Dadgeha Bilind û got, “Ev bi eşkere darbeya dadgeriyê ye.” -
Baroya Îzmîr û Edeneyê: Endamên darazê sûc dikin
Baroya Îzmîr û Edeneyê bertek nîşanî nenaskirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn da û diyar kirin ku endamên darazê sûcê destûra bingehîn kirine. -
Sirri Sureyya Onder wê biryara Dadgeha Bilind nexwîne!
Serokwekîlê Meclîsê yê HEDEP'ê Sirri Sureyya Onder biryara Dadgeha Bilind a têkildarî parlamenter Can Atalay weke hewldana darbeyê nirxand û diyar kir ku eger biryar bê meclîsê wê nexwîne. -
Bakirhan: Li dijî hewldana darbeyê ya dadgeriyê em ê li ber xwe bidin
Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku hewldanek darbeya dadgeriyê heye û got, "Em bang li meclîsê dikin ku helwestê nîşan bide. Em ê li ber xwe bidin." -
Darbeya dadgeriyê: HEDEP'ê ji bo kombûna Meclîsê serlêdan kir
Koma Meclîsê ya HEDEP'ê li ber hişyariya Dadgeha Bilind a li ser kaosê rabû û ji bo kombûna Meclîsê serlêdan kir. -
Li Îzmîrê li hemberî navenda 'piştevanê desthilatdariyê' çalakiya sabotajê
Milîsên Îmran Firtina yên HBDH'ê ragihandin ku şeva 2'ê Mijdarê li Îzmîrê li hemberî navendeke 'piştevanê desthilatdariya faşîst' çalakiya sabotajê kirine.