'Budçeya 2024'an budçeya şer, nelirêtî û rantê ye'
Parlamenterê Mûşê yê HEDEP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku budçeya 2024'an ji bo xizmeta ji desthilatdariyê re hatiye amadekirin û got, "Budçeya şer, nelirêtî û rantê ye."
Parlamenterê Mûşê yê HEDEP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku budçeya 2024'an ji bo xizmeta ji desthilatdariyê re hatiye amadekirin û got, "Budçeya şer, nelirêtî û rantê ye."
Li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Tirkiyeyê hevdîtinên li ser budçeya sala 2024'an dewam dikin. Parlamenterê Mûşê yê HEDEP'ê Sezaî Temellî ku tevlî hevdîtinan dibe, li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Temellî li gel krîza aboriyê bal kişand ser krîza siyasî û civakî û anî ziman ku li şûna budçeyeke çareseriya van krîzan, li şûna budçeyeke ku aramiya aboriyê misoger dike, budçeyek ji bo hilbijartinê tê amadekirin.
Sezaî Temellî ragihand ku AKP budçeyê ji bo parastina xeta xwe ya siyasî, mayina li ser desthilatdariyê amade dike û got, "Weke ku her kes baş zane, rêya mayindekirina rejîma otorîter zêdekirina lêçûnên li şer û ewlekariyê ye, asayîkirina bêedaletiyê ye. Mirov nikare bibêje ku ji vê xetê dûr ketine. Bêhiqûqî, bêedaletî, polîtîkayên li ser ewlekariyê û polîtîkayên şer ên li derveyî welat bûne karên sereke."
Temellî diyar kir ku li Tirkiyeyê karên nelirê bûye mîna polîtîkayeke dewletê û got, "Mînak mûafiyeta zêde ya di sîstema bacê de, îstîsna, efûkirina bacê, pêşkêşkirina eraziyên xezîneyê ji bo rantê, jêbirina deynên bacê bi rêya xerckirina bacê û gelek kiryarên bi vî rengî têne kirin. Ev yek tê wateya fermîkirina karên nelirê."
Sezaî Temellî anî ziman ku mîna budçeyên beriya niha barê herî giran ê vê budçeyê jî wê bikeve ser milê kedkar, karker û gelan û got, "Para bacê wê dîsa ji sedî 66 be. Em baş zanin ku baca bi rengekî neyekser têne amade kirin, ji bo bandorê li gel bike têne amadekirin. Mînak, baca saziyan ji aliyê saziyan ve nayê dayin. Bandorê li gel dike."
Parlamenterê Mûşê yê HEDEP'ê Sezaî Temellî got, "Valahiya budçeyê heye û ne ji bo xizmeta ji gel re, lê ji bo xizmeta ji desthilatdariyê re hatiye amadekirin. Ev budçe bivê nevê wê hîn bêhtir zemê bi xwe re bîne. Hem ji xizmetê bêpar e hem jî barê gel zêde dike. Lewma budçeya ji bo gel ê kedkar nîne, weke ku me got, budçeya ji bo şer, nelirêtî û rantê ye. Lewma barê vê budçeya nû jî wê bikeve ser milê jin, zarok, ciwan, kedkaran, gelê Kurd û hemû gelên mexdûr."