ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Çalakî, mîtîng û meş ên li Ewropayê di çarçoveya pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyan li dar bixin, wê werin şopandin.
- Parlamentera HEDEP'ê Newroz Ûysal diyar kir ku çaresernekirina pirsgirêka Kurd û pêkanînên dijdemokratîk rê li ber krîza siyasî û darazê vekiriye û got ku ya girîng berteka partiyên siyasî û civakê ye.
- Ji Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Yaren Sarisaltik diyar kir ku divê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirk bi Tevgera Ciwanên Kurd ên Welatparêz re tevbigerin û anî ziman ku li dijî zilma li ser ciwanên Kurd têkoşîneke hevpar girîng e.
- Aktivîsta TJA'yê Eylem Sarûca anî ziman ku sedsala 21'an wê bibe sedsala azadiya jinê û got: “Divê hemû tevgerên jinan li ser zemînek hevpar bicivin û bi hevre têkoşîna xwe li dijî aqilê serdest a mêr mezin bikin.“
- Hevserokê HDP’ê yê Midyadê Zubeyîr Erîk li ser kuştina Cevriye Akguç diyar kir ku gel dixwaze kujer bên dîtin û anî ziman ku baweriya gel ji dîtina kujeran û edaletê tune ye.