Zext û êrîşa li ser girtiyan û astenga tedawiyê

Li Panosê girtiyê bi navê Çekdar Odungit anî ziman ku her roj êrîş li şikbeyên wan tê kirin û girtiyên nexweş di dema xwe de nabin nexweşxaneyê. Cemal Tanhanê ku dereng hat berdan jî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê êdî nikare biaxive.

Çekdar Odungit ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa navçeya Agiriyê dîlgirtî ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala binpêkirina mafên wan kir. Hêvîdar Odungita xwişka Çekdar Odungit derbarê têkiliya bi rêya telefonê a bi birayê xwe re anî ziman ku her roj li ser şikbeyên wan êrîş tên kirin. Di êrîşan de pirtûk û alavên wan tên belawelakirin û lê zêde kir, ku birayê wê jê re gotiye, gelek amûrên wan ji wan hatiye stendin û zerer danê.

Hêvîdar Odungit anî ziman ku birayê wê gotiye: “Li Girtîgeha Panosê nexweşan di wextê xwe de nabin nexweşxaneyê. Dema dibin jî zehmetiyê didin wan. Ji ber vê yekê carna naxwazin herin nexweşxaneyê” û got “Divê em dengê wan ên ji nav çar dîwaran tê bilind bikin. Dibe ku bi têkoşînê behiqûqiyên tên kirin dawî bibin.”

Cemal Tanhanê ku 68 salî bû û ew 30 sal bû di girtîgehê de bû, tevî nexweşiya xwe ya giran heta ku felc derbas nekir nehatibû berdan. 

Keça wî Ayşe Tanhan ku refaqeta wî dike, ragihand ku rewşa tenduristiya bavê wê xirabtir dibe û got, “Bavê min nikare biaxive, em nikarin pê re têkiliyê danin.”