ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Girtîgeha Bandirmayê dest danîn ser amûrên girtiyan
Girtiyê bi navê Metîn Înce diyar kir ku rêveberiya girtîgeha Bandirmayê timî bi şevê bi ser qawîşan de digire û dest datînin ser amûrên wan ên ku ji kantîne stendine. -
Doza Kobanê: Ji ber HDP hevsengî guherand kirin hedef
Siyasetmedar Gunay Kubîlay di 41’emîn danişîna Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku ji ber ku HDP hevsengî guherand hedef hate girtin. -
Girtiyê nexweş ê hatî tahliyekirin Tanhan hate entubekirin
Hat ragihandin ku Cemal Tanhan ê ku ji ber pirsgirêkên nexweşiyê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê hat berdan, hate entubekirin. -
TJA’yê banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ kir
TJA’yê banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ kir ku 18’ê Mijdarê wê li Gemlîkê were kirin. -
MLKP’ê salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir. -
Şandeya HEDEP’ê serdana saziyên Elewiyan kir
Şandeyeke HEDEP’ê ku Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî di nav de bû, serdana saziyên Elewiyan kir. Di serdanê hat destnîşankirin ku ji bo muxalefeta civakî dema yekîtiyê ye. -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr febrîqeya bazirganekî madeyên hişbirê da ber agir
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku wan febrîqeya hilberandinê ya kesekî AKP’î ku hat tespîtkirin li Tekîrdagê bazirganiya hişbirê dike, dan ber agir. -
Temellî tenduristiya Abdullah Ocalan ji Wezareta Tenduristiyê pirs kir
Parlamenterê HEDEP’ê yê Mûşê Sezaî Temellî rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca pirs kir. -
HEDEP: Em ê di rêveberiya xwecihî û herêmî de israr bikin
HEDEP'ê encamnameya konferansa dawî ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk ku di 12'ê Mijdarê de lidar xistibû eşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin, “Em ê di rêveberiya xwecihî û herêmî de israr bikin.” -
‘Divê li dijî nexweşiya gurîbûnê şert û mercên jiyanê bên başkirin‘
Onûr Hamzaoglû bal kişand ser waqayên gurîbûnê ku li tevahiya Tirkiyeyê zêde bûye û li herêma erdhejê tê dîtin û diyar kir ku divê li cihê ku ev nexweşî tên dîtin bi taybet li Hatayê şert û mercên jiyanê bên başkirin. -
ROJEVA 13'YÊ MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di Kongreya HEDEP’ê ya Stenbolê de hevserokên nû hatin hilbijartin
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) 2’emîn Kongreya Awarte lidar xist. Di kongeyê de hevserokên nû hatin hilbijartin. -
Tulay Hatîmogûllari: Ên li ser gelê Kurd bombe dibarînin, nikarin li cem Filîstînê bisekinin
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tûlay Hatîmogûllari, diyar kir ku yên li ser gelê Kurd bombe dibarînin, nikarin li cem Filîstînê bisekinin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir. -
Li Edeneyê li dijî kargeha ‘piştevanên desthilatdariyê’ çalakî hate kirin
Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH’ê ragihandin ku li Edeneyê li dijî febrîqeyeke piştevanên desthilatdariyê, çalakiya sabotajê kirine. -
Li Hezexê qeyûm hate protestokirin
Salvegera xespkirina Şarederiya Hezexê hate protestokirin. -
ÎSÎG: Di meha Cotmehê de herî kêm 150 karker mirin
Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di meha Cotmehê de herî kêm 150 karker ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. -
Hevserokên nû yên DBP’ê hatin hilbijartin
Ji bo hevserokatiya nû ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir hatin hilbijartin. -
Rojnamevanê Misrî: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê pêngav berfireh bibe
Rojnamevan, nivîskar û şîrovekerê siyasî yê Misrî Îlhamî Melîcî diyar kir ku wê bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ rûyê rast ê dewleta Tirk derkeve holê û got: “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin.” -
Kanar: Dadgerî bûye şûrê rêveberiyê
Hiqûqnas Ercan Kanar biryara Dadgeha Bilind weke darbeya hiqûqê pênase kir û got, "Mîna serdema Nazî, AKP'ê dadgerî kiriye şûrê rêveberiyê." -
ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şansê jiyankirina Cemal Tanhan ji sedî deh e
Cemal Tanhan piştî ji girtîgehê hat berdan, felc bû û rewşa wî giran bû. Keça wî Ayşe Tanhan diyar kir ku bijîşkan jê re gotiye şansê jiyankirina bavê wê ji sedî deh e. -
Rewşa girtiyên nexweş Celalettîn Can û Kasim Karataş giran dibe
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Celalettîn Can û Kasim Karataş giran e û wiha hate gotin: “Divê demildest werin berdan.” -
Endamên ÎHD’ê Dayikên Şemiyê silav kirin
Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) berxwedana Dayikên Şemiyê silav kirin. -
Dayikên Şemiyê li ber xwe dan û careke din gihîştin Qada Galatasayê
Dayikên Şemiyê di encama têkoşîna xwe ya bi israr de gihiştin. Di çalakiyê de aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş hate pirsîn.