Hevserokên nû yên DBP’ê hatin hilbijartin

Ji bo hevserokatiya nû ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir hatin hilbijartin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 6’emîn Kongreya xwe ya Awarte li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê li dar xist. Li salona ku kongre lê hat lidarxistin pankartên "Ji tecrîdê re na, bila aştî vê gavê pêk were", "Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk", "Jin, jiyan, azadî" û "Ziwanê Kurdkî wa bibo ziwanê fermî" hatin daliqandin. Tevî Dayikên Aştiyê, gelek nûnerên saziyên sivîl û gel beşdarî kongreyê bûn.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Gulderen Varli û Vizîr Coşkun Parlak ji bo Hevserokatiya Dîwana Kongreyê hatin hilbijartin. Coşkun xwest ku kongre bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî silav kir.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li dijî Kurdan. Salîha Aydenîz, anî ziman ku gelê Kurd li dijî faşîzmê têdikoşe û got, "Dewleta ku bi her cureyî êrîşê gelê Kurd dike, nekarî serî li Kurdan bide tewandin. Em ji bo paşeroja xwe têdikoşin. Ev têkoşîn azadiya gelê Kurd e. Em ê bi gelê xwe re li her cihê ku lê bin, bi hev re vê têkoşînê bimeşînin. Îro DBP’ê li gel wan kesan e ku li zindanan li ber xwe didin û ji bo ziman û azadiya gelê Kurd têdikoşin. Em ê li dijî tecrîda li ser gelê Kurd û Rêbertiya wan tê ferzkirin têbikoşin. Heta ku Birêz Ocalan û gelê Kurd azad nebe wê ev têkoşîn dê bidome. Em ê teqez azadiyê bi dest bixin."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, anî ziman ku DBP’ê xwedî ezmûna têkoşînê ya 30 salan e û got, “Di vê rêyê de bi sedan hevrêyên me jiyana xwe ji dest dan. Em îro bi saya têkoşîna wan dimeşin. Ji niha û pê ve jî DBP’ê wê bi hêz û rêya ku berê girtibû berdewam bike. Em ê têkoşîna xwe li her qadê bidomînin. Tecrîdeke mezin li ser Ocalan tê meşandin. Weke DBP’ê em bi biryar in ku vê tecrîdê bişkînin. Em ê tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bikin. Îro dewletên kapîtalîst dixwazin Kurdan tine bikin. Ji ber vê yekê em ê ji bo yekîtiya netewî ya Kurd têbikoşin. Em ê van berpirsyariyan bi cih bînin.”

JI BO MEŞA GEMLÎKÊ BANG HAT KIRIN

Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di konferansa partiya xwe ya 5'ê Mijdarê li Amedê pêk hat de ji bo Hevserokatiya Giştî hate pêşniyarkirin, di kongreyê de ev tişt got:"Pêwîste ev berxwedan bi destê gelê Kurdistanê bigihêje asteke mezintir. Guhertina rejîma Tirkiyeyê bi çareseriya pirsigrêka Kurd ve girêdayî ye. Tecrîdê tenê bi awayekî bêhiqûqî binavkirin têrê nake. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Hewl didin mîmarê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Îmraliyê bigirin. Em her kesên ji bo wekheviya li Tirkiyeyê têdikoşin dawetî Meşa Gemlîkê dikin ku wê di 18 'ê Mijdarê de pêk were. Şikandina tecrîda li ser Ocalan tê wateya çareseriya pirsgirêka 100 salî ya vî welatî."

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê hatin hilbijartin. Hevserokên nû yên partiyê jî Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.