ÎSÎG: Di meha Cotmehê de herî kêm 150 karker mirin
Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di meha Cotmehê de herî kêm 150 karker ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di meha Cotmehê de herî kêm 150 karker ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar a meha cotmeha 2023'an eşkere kir. Li gorî raporê, di meha cotmehê de herî kêm 150 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Stenbol bi 17 cînayetên kar re bû bajarê herî zêde karkeran ji ber cînayetên kar lê jiyana xwe ji dest dayîn.
Di raporê de sedemên cînayetên kar jî hatin parvekirin. Li gorî raporê; ji sedî 25'ê cînayetên kar ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 19 jê ji ber ketina ji înşaetan, ji sedî 15 jê ji ji ber krîza dil pêk hatine.
Hat destnîşankirin ku di cînayetên kar de 3 zarok û 6 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dane.
ÎSÎG'ê her wiha bîlançoya cînayetên kar ên 10 mehên dawî jî eşkere kir. ÎSÎG'ê da zanîn ku di nava 10 mehan de hezar û 634 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.