Li Girtîgeha Bandirmayê dest danîn ser amûrên girtiyan
Girtiyê bi navê Metîn Înce diyar kir ku rêveberiya girtîgeha Bandirmayê timî bi şevê bi ser qawîşan de digire û dest datînin ser amûrên wan ên ku ji kantîne stendine.
Girtiyê bi navê Metîn Înce diyar kir ku rêveberiya girtîgeha Bandirmayê timî bi şevê bi ser qawîşan de digire û dest datînin ser amûrên wan ên ku ji kantîne stendine.
Girtiyê bi navê Metîn Înce yê ku li Girtîgeha Girtî ya Tipa T’yê Bandirmayê di hejmara 2’an de tê ragirtin, bi rêya malbata xwe derbarê pêkanînên li ser wan tê meşandin de agahî da. Metîn Înce ku di 7ê mijdarê de bi birayê xwe Ayhan Înce re hevdîtin pêk anîbû, ragihand ku piştî rêvebiriya girtîgehê guherî nîvê şeve saet 3.00’an de ser qawîşan de digirin û dest datînin ser amûrên wan ên ku bi pereyê xwe ji kantînê stendine.
PÊKANÎNÊN DERHIQÛQÎ
Înce diyar kir ku odeyên girtiyên siyasî tê de dimînin ji 4’an daxistine 3’an. Înce ragihand ku di qawîşan de berê 8 kes diman niha ev hejmar gihîştiye 17’an. Înce got ku qawîşên wan birine kêleka girtiyên edlî û wiha axivî: “Tişta ku tê kirin pêkanîneke derhiqûqî ye. Em li hember van kiryarên dewletê serê xwe natewînin. Divê saziyên sivîl û partiyên siyasî li hember kiryarên derhiqûqî yên li birayê min û li girtiyên din tên kirin bêdeng nemînin.”