Temellî tenduristiya Abdullah Ocalan ji Wezareta Tenduristiyê pirs kir

Parlamenterê HEDEP’ê yê Mûşê Sezaî Temellî rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca pirs kir.

Parlamenterê HEDEP’ê yê Mûşê Sezaî Temellî ji bo bersiva Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pêşnûmepirsek da meclîsê.

Temellî di pêşnûmeya xwe de wiha got: “Di dîroka 09.11.2023’an de di Komîsyona Plan û Budçeyê de di dema hevdîtinên Budçeyê ya Wezareta Tenduristiyê de min pirsek ji aliyê we kir, lê hem hem devkî û hem jî nivîskî bersiva pirsa min nehat dayîn. 25 sal in Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Raya giştî, malbat û parêzerên Abdullah Ocalan dixwazin derbarê rewşa tenduristiya wî de agahî bigirin.”

Temellî ev pirs kirin:

“Gelo agahiya we derbarê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de, heye? Derbarê rewşa tenduristiya Ocalan de çima raya giştî, parêzer û malbata wî nayê agahdarkirin?”