ROJANE
Hemû Nûçe
-
KON-MED'ê li dijî serdana Erdogan banga tevlîbûna li meşa 18'ê Mijdarê kir
KON-MED'ê bang li rayedarên hikumeta Elman kir ku vexwendina Erdogan a li Berlînê betal bikin û ji gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî xwest ku li dijî serdaneke gengaz a bi vî rengî di 18'ê Mijdarê de beşdarî meşa li Berlînê bibin. -
ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Kujerê Hrant Dînk hat berdan
Ogun Samast ku Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk qetil kir, hat berdan. -
Li Stenbolê civînên gel: Şikandina tecrîdê li ser milê me ye
Têkîldarî meşa Gemlîkê li navçeyên Stenbolê civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îşaret bi têkoşînê hat kirin. -
Kapanê ku berdana wî 2 caran hatibû astengkirin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
Osman Kapan ê ku berdana wî 2 caran hatibû astengkirin, piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket. -
Temellî: Desthilat Kurdistanê veguherand erdnîgariya qeyûman
Parlementerê Mûşê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sezaî Temellî, bertek nîşan da û got ku dewlet bi polîtîkayên xwe Kurdistanê veguherandiye ‘’erdnîgariya qayûman’’. -
Li Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn
Li Qada Bugday a Xarpêtê ya Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn. -
Bakirhan: Birêz Ocalan dikare pirsgirêka Kurd çareser bike
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan wiha got: “Tecrîd; tê wateya qeyûmê, tê wateya dizîtiyê. Tecrîd tê wê wateyê ku ciwan li vî welatî jiyana xwe ji dest bidin. Birêz Ocalan dikare pirsgirêka Kurd çareser bike.” -
YCWK’ê li Edeneyê depoyek îmha kir
YCWK’ê ragihand ku 14’ê Mijdarê li navçeya Seyhan a Edeneyê wan depoyeke ayîdê faşîstan daye ber agir û îmha kirine. -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Aydinê çalakî kir
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Aydinê li otoparkê bi teqemeniyên dest, 8 wesayît dane ber agir û li Stenbolê jî nivîs li ser dîwaran nivîsîne. -
Kedkar daketin qadan: Em budçeya gel dixwazin
Bi pêşengiya KESK’ê kedkar li dijî krîza aborî ya ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatî afirandin, li gelek qadan daketin kolanan. -
Înîsiyatîfa Gel a Êlihê têkildarî 2 kesan hişyarî da
Înîsiyatîfa Gel a Êlihê têkildarî 2 kesan hişyarî da ku berê di nava siyaseta demokratîk de bû, lê niha têkiliya wan bi têkoşîna demokratîk re nemaye. -
Ji rojnamevan û nivîskarên girtî re kart hatin şandin
PEN a Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji rojnamevan û nivîskarên girtî re kart şandin. -
'Dewlet dixwaze qirkirinê bide jibîrkirin'
Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan anî ziman ku li Dersimê bi hezaran gorên komî hene ku cihê wan nehatiye eşkerekirin û got, dewlet dibêje 'ji bîr bikin'. -
Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye
Parlamentera Êlihê ya HEDEP'ê Zeynep Odûncû got, "Em destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye û divê Kurdan re jî bê dayin." -
ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêxistina HEDEP’ê ya Mersînê ji bo Meşa Azadiyê bang kir
Rêxistina HEDEP’ê ya Mêrsînê ji bo hevdîtina gel ya 17’ê Mijdarê û Meşa Gemlîkê ya 18’ê Mijdarê banga tevlêbûnê kir. -
Şandeya HEDEP'ê serdana Weqfa Çandê ya Hacî Bektaş Velî kir
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari di serdana xwe ya li Weqfa Çandê ya Hacî Bektaş Velî de wiha axivî: "Ev welat yan dê bêtir paşde biçe yan jî em ê bi hev re rêya rizgariyê bibînin." -
Bakirhan: Divê em berxwedan û piştevaniyê mezin bikin
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan wiha got: “Divê em berxwedan û piştevaniyê mezin bikin. Divê em di xebatên hilbijartina herêmî de li ba hev bin.” -
Serokê Parlamentoya Iraqê ji wezîfe hate girtin
Dadgeha Federal a Iraqê Serokê Parlamentoyê Mûhammed Halbûsî ji wezîfe girt. -
Gora Ûgûr Kaymaz hate xerakirin
Gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate xerakirin, ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber deriyê mala xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in ti agahî jê nayê girtin, serlêdan kir. -
HEDEP: Em ê hesabê karkerê koçber Nortan bipirsin
HEDEP'ê got, "Karkerê koçber ê Efgan Vezîr Mohammed Nortan li ser daxwaza patronan hate kuştin û cenazeyê wî li qadeke daristanî hate şewitandin. Em ê hesabê Nortan bipirsin." -
Ji bo demokratîkbûyînê divê pergala heyî bê hilweşandin
Ji Tevgera Kaldiraç Hakan Dilmeç diyar kir ku ji bo demokratîkbûnê divê pergala heyî ya Komara Tirk bê hilweşandin û got, divê ev rûpel ji bo demokrasî, azadî, biratî û wekheviyê bê girtin. -
Li şaredariya AKP'yî torpîla malbatî
Salîh Akman ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve li Tûşbayê hate tayînkirin, baldûş, biraz, birazê, bûra û zavayê xwe tevlî kar kir.