ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî, ku 15'ê Mijdara 1937'an bi komployekê hatin girtin û piştre hatin darvekirin.

- Parlamentera Êlihê ya HEDEP'ê Zeynep Odûncû got, "Em destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye û divê Kurdan re jî bê dayin."

- Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan anî ziman ku li Dersimê bi hezaran gorên komî hene ku cihê wan nehatiye eşkerekirin û got, dewlet dibêje 'ji bîr bikin'.