Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye
Parlamentera Êlihê ya HEDEP'ê Zeynep Odûncû got, "Em destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye û divê Kurdan re jî bê dayin."
Parlamentera Êlihê ya HEDEP'ê Zeynep Odûncû got, "Em destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye û divê Kurdan re jî bê dayin."
'Pêşnûme Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2024'an' ku bi mohra Serokkomarê Tirk Erdogan pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin, li Komîsyona Plan û Budçeyê tê nirxandin. Di civîna pêr de ya li ser budçeya Wezareta Perwerdeya Milî ya Tirk de parlamenterên HEDEP'ê helwesteke protestoyî nîşan dan. Ji ber ku di budçeyê de ji bo Kurdî û zimanên din çavkaniyek nehatiye veqetandin, her wiha bi ti awayî qala vê mijarê nehatiye kirin, wekîlên HEDEP'yî bi dowîzên bi nivîsa "Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e" ketin salona civînê. Wekîlên HEDEP'yî her wiha rakirina xwarina bêpere ya danekî ya li dibistanan şermezar kirin û ji ber ku di budçeyê de ji bo vê mijarê jî çavkanî nehatiye veqetandin dowîzên bi nivîsa "Xwarina danekî maf e" hildan.
Parlamentera Êlihê ya HEDEP'ê Zeynep Odûncû û Parlamentera Îzmîrê ya HEDEP'ê Bûrcûgul Çûbûk li ser çalakiya xwe ji ANF'ê re axivîn.
Zeynep Odûncû anî ziman ku krîza piralî êdî bêhn li gel çikandiye û got, "Desthilatdarî ku ji bilî xwe û polîtîkayên şer cih nade tiştekî din, daxwazên gel ji nedîtî ve tê. Budçeya ku ji bo perwerdeyê hatiye veqetandin gelekî kêm e. Kêmasiyên li dibistanan, zêdebûna xizaniyê û fikarên li ser paşerojê gihîştin wê astê ku ciwan dawî li jiyana xwe bînin. Malbatên xizan ji xwe bi zor û zehmetî zarokên xwe dişînin dibistanan. Dema ku pereyê xwarin, bicihbûn û pirtûkan jî ji wan tê xwestin, hingî zarokên xwe nikarin bişînin dibistanan. Lewma em dixwazin ku li dibistanan xwarina bêpere, têrker û baş bê dayin." Odûncû bi taybetî bal kişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê û got, "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye û em destnîşan dikin ku ev mafê herî rewa divê ji Kurdan re bê dayin." Ji ber vê yekê di civîna li ser budçeyê de me çalakî kirin."
Parlamentera Îzmîrê ya HEDEP'ê Bûrcûgul Çûbûk diyar kir ku dema li budçeya 2024'an dinihêrin tabloyeke welê dibînin ku mîna şer, kuştina jinan nîne, bêkarî nîne tê nîşandan û got, "Dema ku bajarê Kurdan tê gotin dibizin. Lê belê gotinên wekhevî û demokrasiyê timî bilêv dikin. Bi vê budçeyê re me bi hîn şênberî dît ku em û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li heman welatî najîn. Budçeyeke welê amade kirin ku xwe naspêre ti rastiya jiyanê. Perwerdeya bi zimanê dayikê û xwarina danekî ya bêpere ya li dibistanê bi hev ve girêdayî ne. Desthilatdarî bi cihêkirina van herdu mijaran nikare bi rê ve bibe."