Kujerê Hrant Dînk hat berdan

Ogun Samast ku Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk qetil kir, hat berdan.

Ogun Samast ku di 19'ê Çileya 2007'an de li ber avahiya Rojnameya Agosê, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dînk qetil kir, hat berdan.

Samast ku êrişî Dînk kiribû, di 20'ê Çileya 2007'an de li xeraca Samsûnê hatibû girtin. Ogun Samast ku di 24'ê Çileya 2007'an de hat girtin, Sibata borî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê neqlî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat kirin. Îdareya girtîgehê, bi hinceta "rewşa baş" Samast berda. 

Samast vê êvarê ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê derket.