'Dewlet dixwaze qirkirinê bide jibîrkirin'
Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan anî ziman ku li Dersimê bi hezaran gorên komî hene ku cihê wan nehatiye eşkerekirin û got, dewlet dibêje 'ji bîr bikin'.
Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan anî ziman ku li Dersimê bi hezaran gorên komî hene ku cihê wan nehatiye eşkerekirin û got, dewlet dibêje 'ji bîr bikin'.
Di ser darvekirina Seyîd Riza, kurê wî Huseyîn û pênc hevrêyên wî re 86 sal derbas bûn. Cihê gorên wan tevî bangên malbatên wan, saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî nehatiye eşkerekirin. Tê texmînkirin ku li Dersimê zêdeyî 30 gorên komî, zêdeyî 100 cihên kuştina komî hene û piraniya van deveran li qiraxa çem e. Hîn jî li geke deveran hestiyên mirovan têne dîtin.
Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan di salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî de ji ANF'ê re axivî.
Kadriye Dogan anî ziman ku piştî 86 salan hewl tê dayin ku qirkirinê bi civakê bidin jibîrkirin û got, "Cihê gorên bi hezaran mirovî nehatiye eşkerekirin. Qadên kuştina bi komî, gorên komî hene. Bi salan e daxwaz tê kirin ku cihê goran bêne eşkerekirin. Dewlet vê daxwazê red dike û bi esasî dibêje, 'Me kir û veşart. Daxwazeke bi vî rengî nekin û ji bîr bikin'. Qonaxa dawî ew e ku bi civakê bidin jibîrkirin. Hewl didin vê yekê bikin. Banga min ew e ku em cihên weke Çemê Kûtû, Çemê Laç ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyan weke cihên bîranînê ragihînin. Her yek ji van herêman veguherînin nîşangehan. Ji bo hesab bê pirsîn beriya her tiştî divê hiş û bîr bê parastin. Li deverên ji bîranîna komkujiyan lidarxistin konser û festîvalan rast nîne. Nabe ku ev yek weke hewldanên hunerî yên bi nêta baş bêne nirxandin. Divê baş bê zanîn bê xizmetê ji çi re bikin. Ya girîng ew e ku rûbirûbûn pêk were û paşeroj bi rengekî rast bê avakirin. Bi êşên Dersimê re rûbirûbûn hîn pêk nehatiye."
Kadriye Dogan anî ziman ku Dersim ji aliyê baweriya Elewîtiyê ve navendeke girîng e û destnîşan kir ku yek ji armancên komkujiya sala 1938'an tunekirina baweriya Elewiyan bû.
Kadriye Dogan got, "Divê cihên hiş û baweriyê heta dawiyê bêne parastin. Ji bo pêkanîna van hemûyan jî divê Dersimî di hilbijartinên xwecihî de kesên ku temsîliyeta wan dike hilbijêrin. Bendewariyeke me ya bi vî rengî heye û karê me jî wê bi vî rengî be."