ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di doza Kobanê de îfadeyên şahidên veşartî hatin pûçkirin
Parêzer Berdan Acun da xuyakirin ku îfadeyên şahidên veşartî û vekirî yên di Doza Kobanê de hatine dayîn, "ji şîroveyên razber û şexsî pêk tên" û got, "Gelek caran ev îfade hatine pûçkirin.” -
Li Edeneyê êşkence li du girtiyan hat kirin
Hat îdiakirin ku bi hinceta çeka bêrûxset li ser xwe gerandine, polîsan telîs li serê Demhat Saglam û Hamza Şîşman kirine, li cihekî vala tazî kirine û êşkence lê kirine. -
Ji bo ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ bang hate kirin
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ de wê 10’ê Kanûnê ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ were lidarxistin. -
HEDEP: Serlêdanên bernamzetan li Amedê destpê kir
Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn ragihand ku serlêdanên bernamzetan ên ji bo hilbijartinên herêmî destpê kirine. -
Qirkirina siyasî: Li 3 bajaran herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
Li Amed, Mêrdîn û Kocaeliyê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. -
Milîsên HBDH’ê bi ser mala ‘sîxurekî’ de girtin
Milîsên Şehîd Rêber Amanos (Mehmet Temîzer) ên HBDH’ê ragihandin ku li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi ser mala ‘sîxurekî’ de girtine. -
Girtî Akman li dijî tecrîdê banga berxwedanê li gel kir
Girtî Yakûp Akman got "Hînbûna li tecrîdê zilm e" û diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bêne avêtin wê greva birçîbûnê dewam bikin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Edene, Osmaniye, Riha û Dîlokê gelek kes hatin binçavkirin. -
Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk li Şirnexê 14 herêm bi îlana “herêma ewlehiya taybet” qedexe kir. -
Ji ber ku kincên paqij li xwe dike nehate berdan
Kadîr Karabak ku nêzî 7 sal in girtî ye, cara çaran berdana wî hate taloqkirin. Yek ji hincetên taloqkirinê jî ew e ku kincê paqij li xwe kiriye û kêm pirtûk xwendiye. -
ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bayindir: Tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya li Êlihê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bayindir got: “Tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn e.” -
Girtî wê bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava 10'ê Cotmehê bibin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ragihandin ku wê bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava navneteweyî ya 10'ê Cotmehê bibin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd destpê kiriye. -
Girtî Cengîz Akkaya bi hincetên kêfî nayê berdan
Cengîz Akkaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê girtî ye, bi hincetên kêfî berdana wî careke din hate taloqkirin. -
ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dayikên Şemiyê ji bo Eren ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hayrettîn Eren ê ku piştî derbeya faşîst a 12'ê Îlonê di binçavan de hat windakirin pirsîn. -
‘Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin‘
Hevseroka Şaxa TÛAY-DER'ê ya Amedê Hatîce Guneş diyar kir ku girtiyên nexweş li girtîgehan di bin şert û mercên nemirovane de tên ragirtin û terkî mirinê tên kirin. -
ROJEVA 25‘Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berdevka HEDEP'ê: Kurtnavê partiyê wê bê guhertin
Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan diyar kir ku Dadgeha Bilind ketiye nava hewldana kûmpasê û got, beriya hilbijartinên xwecihî ji bo nekevin nava rîskê wê kurtenavê HEDEP'ê biguherînin. -
Xwendekarên HEDEP'yî yên tevlî boykota xwaringehê bûn hatin binçavkirin
5 xwendekarên HEDEP'yî ku tevlî boykota şermezarkirina buhayê zêde yê li xwaringehê bûn, hatin binçavkirin. -
Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Agiriyê Aksoy hate binçavkirin
Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy bi hinceta ku cezayê wî girtîgehê esehî bûye, hate girtin. -
'Divê ciwan hîn bi xurtî bi rola xwe rabin'
Mario Bortolotto ku ji Abya Yalayê tevlî Konferansa Ciwanên Cîhanê bû, diyar kir ku divê ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir bixebitin û xwedî roleke xurt bin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê dîlgirtî ne, malbatên girtiyan û xizmên wan serlêdaneke din kirin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.