Ji bo ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ bang hate kirin

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ de wê 10’ê Kanûnê ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ were lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de ku 10’ê Cotmehê li seranserê cîhanê hate destpêkirin, wê 10’ê Kanûnê ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ (Global Ocalan Books Day!) were lidarxistin.

Malpereke înternetê jî hate avavkirin ku bi 16 zimanan pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li ser bên weşandin.

Mirov dikare li ser malpera "Ocalanbooks.com" bi zimanê Îngilizî, Elmanî, Îtalyanî, Fransî, Portekîzî, Flamanî, Danîmarkayî, Tirkî, Tamîlî, Katalanî, Swîsreyî, Yewnanî, Baskî, Koreyî û Soranî pirtûkên Abdullah Ocalan peyda bike.

Bi dîmenekê ji bo Roja Pirtûkan a Cîhanê bang hate kirin. Li gorî organîzatoran rojên xwendina pirtûkan, wê li 160 navendan were lidarxistin.

Di dîmen de ev peyam tên dayîn:

“Modernîteya kapîtalîst rû bi rûyê krîzeke xeter e ku jiyana gelên li her çar aliyên cîhanê bandor dike. Lewma dem hatiye ku têkoşîn bibin yek.

Azadiya Jinê
Ekolojiya Civakî
Demokrasiya ji bingehê ve
Paradîgmayek ku wê serkeftinê ji berxwedanên cîhanê re bîne.
Em xwe ji dijberiyên gengaz re amade bikin.
Dest bi xwendina pirtûkeke Abdullah Ocalan bike.
Ji bo em pirsgirêkên xwe yên hevpar çareser bikin, em rêbazan peyda bikin.
Û siberojeke azad ava bikin.
10’ê Kanûnê ji bo Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê tevlî me bibin.”