ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Meşvanên Azadiyê tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
Meşvanên Azadiyê ku îro danê sibehê ji bajarên Serhed, Botan, Amed û Çûkûrovayê bi rê ketin, tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin. -
Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
Li Amedê di dema bertekên li hemberî astengiyên Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin. -
Meşvanên Gemlîkê gihiştin Mêrsînê: Bê Serok jiyan nabe!
Kesên ku ji bajarên derdorê ji bo 'Meşa Azadiyê' bi rê ketin, gihîştin Mêrsînê. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Be Serok jiyan nabe”, "Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav" û “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” berz kirin. -
Meşa Azadiyê tevî êrîşan jî dewam dike
Li Wanê polîsan êrîşî kesên xwestin beşdarî Meşa Gemlîkê bibin kirin û gelek kes binçav kirin. Li Mêrsînê jî gel dest bi meşê kirin. -
Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş Demet Resûloglû, Civan Boltan û Salman Yildiz çalakî hatin lidarxistin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Nîhat Aydogan edalet xwestin
Dayikên Şemiyê di encama têkoşîna xwe de car din çûn Qada Galatasarayê û aqûbeta Nîhat Aydoan ê di bin çavan de hatî windakirin, pirsîn. -
Hêzên Îranê 7 kolberên din birîndar kirin
Di êrîşên hêzên Îranê de 7 kolberên din birîndar bûn. -
Demîr: Meşa Gemlîkê wê encamên erênî bi xwe re bîne
Parêzer Cemal Demîr, anî ziman ku pozisyona heyî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya înfazkirina wî, pêwîstî bi bidestxistina azadiya fîzîkî heye û got ku Meşa Gemlîkê wê di vî warî de encamên erênî bi xwe re bîne. -
ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doza Kobanê: Bi eşkere destwerdana siyasî heye
Di rûniştina Doza Kobanê de hat destnîşankirin ku di dozê de destwerdana siyasî heye. -
Bakirhan: Divê em tifaqên xwe mezin bikin
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya tasfiyeyê ku ji sala 2015’an û vir ve dewam dike û diyar kir ku ji bo ev polîtîka encam negire divê di pergalê de şikestinê pêk bînin. -
Gelê Kurd ji meşa azadiyê re amade ye
Di civînên gel ên têkildarî Meşa Gemlîkê de ku wê sibe li Amedê destpê bike, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam werin dayîn. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li saziyên pêwendîdar dan. -
'Meşa Gemlîkê meşa ji bo paşeroja me ye'
Siyasetmedarên DBP û HEDEP'yî gotin, "Meşa Gemlîkê meşa ji bo avakirina paşeroja me ya hevpar e. Me berxwedan hilbijart" û ji bo tevlîbûneke xurt a li meşê bang kirin. -
Dokûmantera 'Bombeya Eyarkirî ya Sûriyeyê' bi 11 zimanan hate weşandin
Dokûmantera 'Bombeya Eyarkirî ya Sûriyeyê' ku di nava sê salan de hate amadekirin, bi 11 zimanan li qenalên mezin ên cîhanê hate weşandin. -
ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Civîn dewam dikin: Meşa Gemlîkê destpêkek e
Têkîldarî meşa Gemlîkê li navçeya Bagcilarê civîn hat lidarxistin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica di civînê de axivî û got, “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.” -
Hejmara nû ya Bultena Tecrîdê hat weşandin
Hejmara duyemîn a "Bultena Tecrîdê" ya ku ji aliyê OHD'ê ve bi armanca agahdarkirina raya giştî ya der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê hatiye amadekirin, hat weşandin. -
Jinên Tolhildêr li gelek bajaran çalakî kirin
Înîsiyatîfa Jinê Tolhildêr ragihand ku di 5 û 10'ê Mijdarê de li gelek bajaran çalakî kirine û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê bang kir. -
Koma Meclîsê ya HEDEP'ê: Divê tavilê serdan li Îmraliyê bê kirin
Koma Meclîsê ya HEDEP'ê serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest tavilê serdana Girava Îmraliyê bê kirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin ku 3 sal in nikarin agahiyê jê werbigirin, careke din serlêdan kirin. -
Ji bo 'Meşa Azadiyê' ya 19'ê Mijdarê bang hate kirin
Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin. Nûneran ji bo Meşa Gemlîkê ya 19'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kirin. -
Dîplomatê Misrî: Ramanên Abdullah Ocalan bi zilmê nayê tinekirin
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Misrê Şerîf Şahîn got, dewleta Tirk bi polîtîkaya tecrîdê nikare li pêşiya belavbûna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe asteng. -
Hevdîtina bi parêzeran re careke din li Rêberê Gelê Kurd hate qedexekirin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye, ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re careke din lê hate qedexekirin. Naveroka biryarê bi hinceta 'ewlekariyê' ji parêzeran re nehate ragihandin.